Şewata daristanê ya duh li herêma Kaytan a Taxa Îstîklal a Navçeya Şarkoy ya Tekîrdagê ji ber bayê zêde belav bû. Şewatê li derdora Taxa Kizilcaterzî leza xwe ya belavbûnê zêdetir kir. Ji ber dûkêlê çar welatî rakirin nexweşxaneyê.
Duh taxên Şenkoy, Kizilcaterzî û Kocali ji ber tedbîrê hatibûn valakirin. Hin xaniyên li vê herêmê jî şewitîbûn.
Şewata li navçeya Şarkoy a Tekîrdagê jî heya navçeya Gelîbolû ya Çanakkaleyê belav bû. Şewatê tevahiya şev berdewam kir û xwe gihand bajarokê Kavakkoy ê navçeya Gelîbolûyê. Kar û xebatên vemirandina şewatê berdewam dikin.
Duh li qada daristanî ya li Gundê Naldoken ê navçeya Ayvacik a Çanakkaleyê jî şewat derket. Ji ber şewatê 3 gund hatin valakirin.
Her wiha kar û xebatên vemirandina şewata li navçeya Mûdûrnû ya Bolûyê jî berdewam dikin. Şewata li Gundê Çamyûrdûyê derketî, xwe gihand xanî û kadînên gundiyan. Kontrola hin welatiyên ji ber dûkelê aciz bibûn, aliyê tîmên tenduristiyê ve hate kirin. Hate ragihandin ku ji ber şewatê hin ajel mirine.
Her wiha hewlên vemirandina şewata li herêma Davras a navçeya Doganhîsar ya Qonyayê jî berdewam dikin.