Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsên tîmên taybet vê sibehê avêtin ser gelek malan. Hat zanîn ku di serdegirtinên malan de Nazîf Ataman, Yilmaz Guneylî û Cemîl Bor hatine binçavkirin.
Hat diyarkirin ku welatiyên hatine binçavkirin, ew siyasetmedarên ji doza “KCK Geverê” dihatin darizandin û cezayê wan ji aliyê Dadgeha Bilind ve di meha tîrmeha 2024’an de hatiye erêkirin in. Siyasetmedarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Geverê.
Her sê siyasetmedarên îro hatine binçavkirin jî di nav de 30 siyasetmedar di sala 2012’an de li Geverê bi îdiaya “Di nava rêxistinkirina KCK’ê de cih digirin” hatibûn binçavkirin û girtin. Siyasetmedar paşê di dîrokên cihê de hatibûn berdan.
Di 1’ê Cotmeha 2021’an de danişîna biryara dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hatibû lidarxistin û ceza li siyasetmedaran hatibû birîn. Li her siyasetmedarekî 8 sal û 9 meh cezayê hepsê hatibû birîn.
Dadgeha Bilind cezayê ji aliyê Dadgeha Colemêrgê ve hatibû birîn di 18’ê Tîrmehê de erê kiribû.