Sêşem, 15 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokkomartiya Iraqê: Pêngava gerîla pêşerojê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 girtî hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê azad bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Ramazan Kaya hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li Colemêrg, Amed û Êlihê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 gerîlayan konên sersaxiyê hatin danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çekên hatin şewitandin wê li Şikefta Casenê werin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Li gorî DMME’yê muwekîlên me ji sala 2014’an ve di bin êşkenceyê de ne’
Rojane

‘Li gorî DMME’yê muwekîlên me ji sala 2014’an ve di bin êşkenceyê de ne’

Parêzer Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku li gorî biryara DMME'yê muwekîlên wan ji sala 2014'an û vir ve li Îmraliyê di bin êşkenceyê de ne û dosyayên tecrîdê yên li NY'ê bi bîr xist û got, Tirkiye wê mehkûm bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Tecrîda li Îmraliyê di kîjan astê de ye, mafê hevdîtinê yê mehkûmên li Îmraliyê çawa têne astengkirin, CPT çima bêdeng e? Ji bo şikandina tecrîdê hewldaneke bi çi rengî heye? Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez ev mijar hemû ji ANF’ê re nirxand.

‘NETEWEYÊN YEKBÛYÎ WÊ TIRKIYEYÊ MEHKÛM BIKE’

Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku demeke dirêj wan bi rêya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û organên Konseya Ewropayê (KE) mekanîzmayên hiqûqê yên navneteweyî bi kar anîn û got, “Min qala nêzîkatiya DMME’yê kir. 12 sal in bersiv ji serlêdana me ya têkildarî tecrîdê re nehatiye dayin.

Me berê serî li komîserî û organên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên têkildarî mijarê didan. Ji bo tecrîdê ji holê rakin di 29’ê Tîrmeha 2022’an de serî li Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê dan. Ev komîte mîna DMME’yê bi erka dadgeheke navneteweyî radibe.

Serlêdanên şexsî werdigire û bi navê wan dewletan darizandinê dike. Ji DMME’yê cudatir li seranserê cîhanê erkdar e. Me di vê çarçoveyê de bi daxwaznameya xwe ya têkildarî rewşê serî li vê derê dan. Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê 6’ê Îlona 2022’an daxwaza me qebûl kir û ji hikumeta Tirkiyeyê daxwaza tedbîrê kir.

Komîteyê ragihand ku şert û mercên tecrîdê ne yên qebûlkirinê ye û ji Tirkiyeyê xwest, ku rê bide Abdullah Ocalan û sê mehkûmên din ên li Îmraliyê ku karibin bê astengî parêzerên xwe bibînin.

Tirkiyeyê tevî vê biryara komîteyê jî tiştek nekir û daxwaz bi cih neanî. Me ev rewş ji Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê re careke din ragihand. Li ser vê yekê komîteyê Çileya 2023’an careke din biryara tedbîrê wergirt. Lê belê Tirkiyeyê ev daxwaz bi cih neanî.

Niha jî li Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê ev doza me dewam dike. Em di wê baweriyê de ne ku Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê wê Tirkiyeyê mehkûm bike. Ji ber ku ev tecrîd ne li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, peymanên NY’yê û di heman demê de ne li gorî destûra bingehîn a Tirkiyeyê ye.

Her wiha di 17’ê Gulana 2024’an de me serî li Raportorê Taybet ê li ser Serxwebûna Parêzeran, Dadgeran û Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî dan. Me serî li Raportorê Êşkenceyê dan, ji ber ku şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê êşkence ne. Ev rewş bi gotineke din nikare bê pênasekirin, ji ber ku ev şert û merc bi rengekî şênber êşkence ye.

‘LI GORÎ DMME’YÊ MUWEKÎLÊN ME JI SALA 2014’AN Û VIR VE DI BIN ÊŞKENCEYÊ DE NE’

Di sala 2014’an de têkildarî cezayê muebbetê yê girankirî me serî li DMME’yê dan. Têkildarî vê serlêdanê DMME’yê biryar da ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî tê wateya binpêkirina xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan. Yanî biryar da ku li Îmraliyê qedexeya êşkenceyê hatiye binpêkirin. Ji ber vê jî diyar kir ku şêweyê bicihanîna cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî êşkence ye. Li gorî vê biryara DMME’yê muwekîlên me ji sala 2014’an dema ragihandina vê biryarê û vir ve ji aliyê hiqûqî ve di bin êşkenceyê de ne.”

‘BÊDENGÎ PÊWENDIYA XWE BI NÊZÎKATIYA LI MESELEYA KURD RE HEYE’

Îbrahîm Bîlmez işaret bi bêdengiya saziyên erkdar ên têkildarî tecrîdê kir û got, “Bêdengiya dewletan û saziyên fermî yên di ser dewletan re ne, bi temamî pêwendiya xwe bi meseleya Kurd re heye. Rewşeke welê ye ku bi nêzîkatiya li ser çareserî yan jî neçareseriya meseleya Kurd re têkildar e. Dawiya dawî şert û mercên tecrîdkirina Birêz Ocalan û çareseriya meseleya Kurd ji hev cuda nîne. Rewşa Birêz Ocalan tê zanîn. Abdullah Ocalan hem ji aliyê gelê Kurd ve weke lîderekî tê dîtin hem jî di çareseriya meseleya Kurd de aktorekî girîng e.”

Îbrahîm Bîlmez hevdîtinên Osloyê yên navbera rayedarên dewletê û PKK’ê bi bîr xist û got, “Piştre di sala 2012’an de bi navê ‘pêvajoya çareseriyê’ pêvajoyekê destpê kir. Birêz Ocalan yekser muxatab hate dîtin. Lewma divê bi rengekî eşkere bê gotin, Birêz Ocalan hem ji bo dewleta Tirkiyeyê hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê şensekî mezin e. Di mijara çareseriya meseleya Kurd de xwedî nêzîkatiyeke ji dil e û îradeya xwe heye. Dema ku em diçûn Îmraliyê me ev rewş dît.

Birêz Ocalan her tim di nava hewldaneke çareseriyê de bû. Me dît ku hêza wî ya pêkanîna vê yekê heye. Hemû meseleyên li cîhanê yên dişibin vê meseleyê lêkolîn kir. Pêşniyarên herî maqûl ên çareseriyê afirand. Lihevkirina Dolmabahçeyê bi vî rengî pêk hat. Bi rastî jî ji bo çareseriya vê meseleyê xwedî samîmiyet û hêzeke mezin e.”

‘TIRKIYE NIKARE KAMPANYA AZADIYÊ JI NEDÎTÎ VE BÊ’

Li ser kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ya ku 10’ê Cotmehê di asta navneteweyî de hate destpêkirin Îbrahîm Bîlmez got, “Bi dîtina min ev kampanya gelekî girîng e. Şensê Tirkiyeyê nîne ku vê kampanyayê ji nedîtî ve bê. Eger Tirkiye ji nedîtî ve bê jî rastî bi vî rengî nîne. Ev kampanya zerarê dide îmaja Tirkiyeyê.

Perspektîfên Birêz Ocalan ên li ser çareseriya li Rojhilata Navîn hem li Ewropayê hem jî li cîhanê têne nîqaşkirin. Li ser vê mijarê konferans têne lidarxistin. Bi saya vê kampanyayê şert û mercên tecrîdê hîn bêhtir hatin dîtin û fêhmkirin. Rêxistin û dewletên navneteweyî çiqasî xwe li bêdengiyê dînin jî raya giştî ya demokratîk a li van welatan êdî dengê xwe bilind dike. Lewma Tirkiye jî wê bikeve bin bandora vê yekê. Bi dîtina min eger ev kampanya bi vî rengî bi xurtî dewam bike wê di demeke nêz de encamên erênî bêne wergirtin.”

Îbrahîm Bîlmez herî dawî bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û got, “Bi rêya piştevaniyê em ê vê tecrîdê têk bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN CENEVRE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 9’Ê TÎRMEHA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Berpiryarê şewatê DEDAŞ e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelkê Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Protestoya qeyûm: Salek û 3 meh cezayê hepsê li 6 jinan hate birîn

Salek û 3 meh cezayê hepsê li 6 jinên ku sala 2019’an li Wanê desteserkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Rotînda Amed: Her gotina Rêbertî talîmat e

Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Rotînda Amed ragihand ku her gotineke Rêber Apo ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serokkomartiya Iraqê: Pêngava gerîla pêşerojê ronî dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

PÎK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

2 girtî hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?