Bi dehan kadroyên tenduristiyê yên Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star û Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan daxuyanî dan.
Endama kadroya tenduristiyê ya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir Duha Îbiş û endama rêveberiya Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star Nisrîn Mihemed daxuyanî xwend.
Li Şehbayê endamên Yekitiya Êzidiyan, Desteya Jin, Kongra Star, Heyva Sor a Kurd, Desteya Tenduristiyê, kadroyên Navenda Tiba Xwezayî ya Şahmeran tevlî xwendina daxuyaniyê bûn. Endama Komîteya Tenduristiyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Evîn Elî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyan de “cezayên dîsîplînê” yên ku desthilata Tirk li Abdullah Ocalan dibire, hatin şermezarkirin û hate gotin: “Tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan a me ye. Em pê dihesin ku Rêberê me di xetereyê de ye.”
Di daxuyaniyan de bang li CPT û rêxistinên tenduristiyê yên cîhanê hate kirin ku li hember rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erkên xwe bînin cih û gavên cidî di vî warî de biavêjin.
Her wiha soz hate dayîn ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, lidarxistina çalakiyan berdewam bibin.
Beriya çend rojan, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê ji bo nîqaşkirina encamên tenduristiyê yên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, konferansek bi dirûşma “Tecrîd xetereya herî mezin a li ser tenduristiya mirovan û binpêkirina mafê jiyanê ye” hatibû lidarxistin.