Li gorî rapora Daîreya Şopandinê ya Sîsmîk a girêdayî Saziya Meteorolojiyê ya Iraqê, erdhej sibeha duşemê di saet 06.36’an de, di 5 km kûrahiya erdê de çêbûye.
Baregeha navendî ya erdhejê, nêzî 30 km li rojhilatê bajarê Kifrî yê girêdayî wîlayeta Silêmaniyê, hate diyarkirin.
Erdhej ji aliyê gelê herêmê ve hate hîskirin. Di erdhejê de heya niha windahiya can yan jî zirara maddî nehate zanîn.
Rayedaran hişyarî da gel ku bi gotinên bêbingeh bawer nekin û tenê fermanên merciyên fermî bişopînin.
Herêma çiyayî ya ku erdhej lê qewimî, ji ber nêzîkatiya xwe ya li sînorê Îran /Rojhilatê Kurdistanê û ji ber hebûna xetên fay, bi rengekî rêkûpêk rû bi rûyê liv û tevgera sîsmîk dimîne.