Çeteyên hikûmeta demkî ku xwest ji aliyê kolana Zixûr de derbasî taxa Şêxmeqsûdê bibin derbên giran ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve xwarin. Di encamê de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û êrîş hat şikandin. Qad bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.
Li gorî hatî ragihandin çeteyan zêdetirî 30 ambûlans şandine cihê pevçûnê ji bo ku kuştî û brîndarên xwe rakin.
Çeteyan di aliyê hola Medya de jî êrîş dane destpêkirin û li 3 noqteyan di navbera çeteyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd de şer û pevçûn berdewam dikin.
Di heman pevçûnan de 3 doronên çeteyan jî hatine xistin.

