Li Kurdistanê gelek çem û çavkanî xwezayî di bin gefa Santralên Hîdroelektîk (HES) de ne. li Rojavayê Tirkiyê HES tên girtin, lê li Kurdistanê roj bi roj zêde dibin. Ev HES li herêmê qadên çandinî û jiyanê tune dikin, krîza îklîmê kûr dikin û di havînê de germahî zêdetir dibe. Tevî îtîrazan jî, ev proje tên çêkirin.
DÎROKA AMED TÊ TUNEKIRIN
Li Amedê heşt santralên enerjiyê hene. Bi projeyên nû, li ser çemên Sarîm û Zorê, bendav têne plankirin. Ev proje dê bajêr bi bendavan dorpêç bikin. Avakirina Bendava Silvanê, ku di 2011’an de dest pê kir û duyemîn bendava herî mezin a Tirkiyeyê ye, hê jî didome.
Bendava Silvanê dê bi dehan gundan di bin avê de bihêle û ji bo bajêr metirsiyek mezin e. Bi bendavên Sarîm û Zorê re, bi taybetî li Lîcê, Pasûr (Kulp) û Farqînê (Silvan), qadên çandinî, gund û jiyana zindî dê tune bibin.
Gelê herêmê dibêje ku bendav ne tenê bê erdkirin û krîza avûhewayê ye, lê her wiha bêmirovkirinê jî armanc dikin. Lê dadwerî, tevî îtîrazên gundiyan, li cem kompaniyan disekine û projeyan erê dike. HES’a li ser Çemê Sarîmê yek ji van e.
BIRYARA JI NÛ VE KEŞFÊ HAT DAYÎN
Projeya HES’a Birsuyê, ku li Hewza Sarîm di navbera Lîcê û Dara Hênî (Genç) ya Çewlîgê de hate plankirin, ji ber berteka gel hate paşvekişandin. Gelê ku HES nexwest, doz vekir û rapora “ÇED’ê a erênî” hate betalkirin. Lê Danîştaya 4’an biryara betalkirinê pûç kir û biryar da ku ji nû ve pispor bên destnîşankirin û keşf bê bikin.
Serokê Komeleya Parastina Mîrata Xwezayî û Çandî ya Derûdora Sarîm Emîn Turhallî, got ku ev biryar xwezayê dixe metirsiyê û bendav tu feydeyê nadin herêmê. Turhallî got ku HES û bendav zirarên bêveger didin xweza, çandinî û jiyana zindî û wiha got: “Em parçe yên xwezayê ne, ne yên kompaniya ne.” Wî xala 56’an a Destûra Bingehîn, ku parastina xwezayê wek erka dewlet û welatiyan nîşan dike, bi bîr xist û got: “Armanca me ne li dijî dewletê ye, em dixwazin zirara şirketan nîşanî dewletê bidin.”
‘HEWZA SARÎMÊ, JÊDERA JIYANÊ YA HERÊMÊ YE’
Turhallî got ku Hewza Sarîmê ji Çewlîkê heta Amedê herêmek berfireh av dide û wekî jêdera jiyana herêmê ye. Li vir çandiniya bi avê tê kirin; gûz, sêv, fasûlye, titûn, genim, cev, tirî û gelek berhem tên çandin. Her wiha, herêm ji bo lawiranî û mêşvaniyê jî pir guncaw e.
Ev çalakiyên çandinî debara gel û aboriya herêmî diparêzin. Erdên ku hawza av dide, piraniya salê kesk dimînin û bi cûrbecûriya xwe ji bo bazarên hundir û derve beşdarî dikin. Lê eger HES û bendav bên çêkirin, ev qadên çandinî û lawiranî dê an di bin avê de bimînin an jî ji ber bêavî dê tune be.
‘BENDAV DÊ DILÊ XWEZAYÊ BIDE SEKINANDIN’
Turhallî got ku bendav ne tenê avê asteng dikin, dê ekosîstemê jî tune dike: “Bendav çerxa xwezayî ya çeman dişkêne, rêyên koçberiyê yên masiyan dibire, jiyana bin avê diqedin. Ava berhevkirî oksîjenê kêm dike û ekosîstemê tune dike. Qadên çandinî di bin avê de dihêlin, bi hezaran mirovan ji cîh û warên xwe koçber dibin. Qadên jêrê hişk dikin. Bendav, her çend enerjiyê bidin jî, di dirêjahiya demê de dilê xwezayê dê bide sekinandin.”
Turhallî got ku bandorên guherîna avhewayê li Hewza Sarîmê têne hîskirin; germahî 5-10 pileyî zêde bûye, berf kêm dibare, demsal kurt bûne û pirçûreya bîyolojîk bi %67 kêm bûye û ger wiha berdevam bike em jî dê tune bin.”
‘DIVÊ EM XWEZAYÊ BIPARÊZIN’
Turhallî tekez kir ku divê HES û bendav bi çareseriyên enerjiyê yên alternatîf bên guhertin: “Eger xweza tune bibe, pere û nirxên xeyalî bêwate dibin. Cîhana rastî, cîhana xwezayî ye. Eger em wê neparêzin, lehî me dikişînin, roj me dişewitîne, ba wê me firîne. Em di xizmeta kê de ne? Divê pirsa me ev be.”