Duşem, 6 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji MKG û DFG’ê daxuyaniya têkildarî ‘Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û CHP hevdîtinê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bavê min gotibû, divê tu mafên feqîran biparêze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetin Arkaş di sersaxiya Cidan Şahîn de: Em ê teqez bi ser bikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktivîsta TJA’yê Sabahat Tuncel hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: Em ê azadiya Rêber Apo tekez pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Mexmûrê di roja 990’an de dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şervanên Ereb 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana endamê YPS’ê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Cîhan > Li hember êrîşên DYE’yê li Abya Yalayê çalakî tên lidarxistin
Cîhan

Li hember êrîşên DYE’yê li Abya Yalayê çalakî tên lidarxistin

Li hember êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li ser Venezuela li seranserê Abya Yalayê protesto û çalakî hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Venezuela, ji dema serokatiya Hugo Chávez Frías ve, projeyek siyasî pêş xist ku hebûna rêgezên rêveberiya paralel dixwest: Li aliyekî avahiya dewletê ya kevneperest, li aliyê din jî rêxistinên gelê komunal ên ku li derveyî avahiya dewletê têne birêxistinkirin. Peyama bingehîn a Chávez ew bû ku divê komûn xurt û xweser bin, da ku li hember meyla dîrokî ya dewletê ya navendîkar û tekelsazkar bikaribin rawestin. Lê Chávez di jiyana xwe de nikarîbû vê projeyê bi temamî bîne cih. Paşê, di serdema hikumeta Nicolás Maduro de, polîtîkayên cihêreng ên ku hatin sepandin, di pratîkê de dewlet û bazara kapîtalîst xurt kirin û daxwaza destpêkê ya ber bi xweseriya komûnal qels kir.

Di vê çarçoveya êrişên heyî û bilindbûna aloziyan de, dewleta Venezuela ji bo mîsogerkirina parastina welat dîsa serî li hêza komûnên gel dide. Ji ber ku tê fikirîn ku civakek xurt û rêxistinkirî ji bo li hember hêzek hegemonîk a bi leşkerî bisekîne encex dikare bi berxwedana komûnan serbikeve.

Îro li kolanên bajarên Venezuela dîmenên dijber têne dîtin: li aliyekî komên muxalîf li ber wêneyên ku Maduro  dibin DYE’yê pîrozbahiyê dikin û vê wekî “dawiya dîktatoriyê” binav dikin, li aliyê din jî meşên mezin ên gel çêdibin û êrişên emperyalîst şermezar dikin û ji bo parastina Şoreşa Bolîvarî bangawaziya rêxistinkirinê dikin. Bersiva ku gelê Venezuela û komûn wê bidin, wê diyarker be ka DYE dikare hikumetek li gorî berjewendiyên xwe ferz bike an na.

GIRÎNGIYA PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ YA BI VENEZUELAYÊ RE

Îro sibê, piştî êrişên DYE yên li ser Venezuela’yê, li Kolombiyayê gelek protesto hatin lidarxistin. Bi bangawaziya Kongreya Gelan, li ber Konsolosxaneya Venezuela’yê ya li Bogotáyê çalakiyek ji bo piştgiriya gelê Venezuela’yê hate lidarxistin. Rêxistinên civakî, parêzvanên mafên mirovan, komên siyasî, navên ji cîhana akademîk û rêberên civakî yên ji nerînên cuda, hemû bi hev re dengê xwe li dijî emperyalîzma DYE’yê bilind kirin.

Profesorê zanîngehê yê Venezuelayî Francisco González ku ji Venezuela’yê hatibû Kolombiyayê, di çalakiyê de axaftinek wiha kir:

“Gelê Venezuela ji bo vê êrişê demeke dirêj amade bû. Di van pênc mehên dawî de gelê me xwe rêxistin kir. Em baweriya xwe bi dewleta burjuwa naynin, em baweriya xwe bi hêza şoreşger a hemû gelên Amerîkaya Latîn tînin. Hêzên çekdar gelê Bolîvarî terk kirin. Gelên Amerîkaya Latîn wê emperyalîzmê bi dawî bikin.”

Rêberek civakî ya ji Partiya Kolombiya Humana jî ev tişt lê zêde kir:
“Ev êriş ne tenê bi Venezuela’yê re sînordar bimîne, îhtîmal e ku derbasî Kolombiyayê jî bibe. Divê em serweriya ku me avakiriye û gelê xwe biparêzin. Em ê bi piştgiriya gelê Venezuela’yê vê bikin. Divê em bibin yek û cudahiyên xwe bidin aliyekî. Ji bo serweriya Kolombiya, Venezuela û hemû Amerîkaya Latîn divê em bibin yek. Em ji têkoşînê re amade ne.”

Endamekî Sendîkaya Karkerên Neteweyî jî çalakiyê bi van gotinan vegot:
“DYE di belgenameya Stratejiya Ewlehiya Neteweyî ya ku di 4’ê Kanûnê de weşandiye de, xwestina kontrolkirina tamamî ya Amerîkaya Latîn û çavkaniyên wê eşkere kiriye. Tiştê ku dikare li hember vê emperyalîzmê raweste tenê berxwedana biryardar a gelan e. Em ê li Kolombiyayê bêdeng nemînin. Em ê ala berxwedanê li dijî emperyalîzmê bilind bikin.”

Protesto û çalakiya piştgiriyê ya ku sedhezaran kes beşdar bûn, nîşan da ku gelê Kolombiyayê jî bi heman tehdîda Donald Trump re rû bi rû ye û ji bo berxwedanê amadekarî dikin.

Bûyera li Venezuela’yê bi tena serê xwe pêknaye. Welatê cîran Kolombiya jî bi zordariya siyasî ya zêde ya DYE re rû bi rû ye. Donald Trump, Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro bi eşkere tehdît kir û ew bi destûrdana hilberîna kokainê tawanbar kir. Ev dubarekirina heman gotara “narkoterorîzmê” ye ku ji bo êrişên li ser Venezuela’yê wekî hincet tê bikaranîn e.

Ji ber ku di nav sînorên Kolombiya de bi kêmanî 12 navendên leşkerî yên Amerîka hene, ji bo operasyonên leşkerî yên muhtemel li ser Venezuela’yê roleke stratejîk dilîze. Her wiha hebûna hikumetek çepgir jî ji bo berjewendiyên DYE’yê acizker e. Ji ber vê yekê, îhtîmala ku tiştên li Venezuela’yê qewimîn bandoreke rasterast li ser Kolombiyayê bikin zêde ye.

Li derveyî herêmê, êrişa li ser Venezuela’yê nîşan dide ku şer di asteke gerdûnî de ketiye roteyeke nû. Filistîn wekî laboratuarekê zora leşkerî kar anîn û niha Venezuela wekî mînakekê derdikeve pêş ku ev sepandin dikarin li her derê cîhanê bêne bikaranîn. Di vê çarçoveyê de, slogana “îro Gaze, sibê em” ya ku Zapatîstan di civînên navneteweyî yên Tebaxa 2025’an de gotibûn, îro dengvedanek xurtir dibîne. Ev şerê ku li dijî gel û axa Abya Yala’yê tê meşandin, berdewama planên emperyalîst ên ku DYE îro jî li Rojhilata Navîn didomîne ye.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BOGOTA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Trump: Em ê birêvebirina Machado ya li Venezuelayê binirxînin
Nûçeya Pişt re Li Myanmarê cuntaya leşkerî wê zêdeyî 6 hezar girtiyan berde
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

247 aktivîst ji bo Werîşe Mûradî daxuyanî dan

247 parêzvanên mafên jinan ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, cezayê darvekirinê ya li Werîşe Mûradî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gelek bajaran Nobetên Edaletê berdewam dike

Li Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Edene û Mêrsînê Nobetên Edaletê berdewam dike. Di Nobetên Edaletê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya bijîjkan a ji Başûrê Kurdistanê, çû Qamişlo

Şandeya bijîjkan a ji bajarê Silêmanî û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriyê derbasî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Bensheimê kampa perwerdeyê ya dayik-zarokan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

RTC: Koçber û penaber bi rîska giran a tenduristiyê re rû bi rû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Afganîstan û Pakîstanê karesata lehiyê: Di du hefteyan de 121 mirî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Ûkraynayê êrîşek pêk hat: Herî kêm 5 kes mirin, 19 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?