Pêncşem, 19 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya ji bo azadiya girtiyên nexweş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyê nû yê Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Ma cihê girtiyên nexweş hucre ne?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterê DEM Partiyê çû serdana girtî Evîn Zapsû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê operasyona dewleta Tirk a li hemberî siyasetmedarên Kurd şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li Qamişloyê komxebata diyalogê lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûşê ji bo azadiya jinên girtî çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji 54 dewlet û saziyan re name şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji ber zexta civak û malbatê tundiya li ser jinan tê veşartin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzera Evîn Zapsu: Êşa wê giran e, divê bi lez bê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Herêma Egeyê êşkenceya li hemberî girtiyan zêde bû
Rojane

Li Herêma Egeyê êşkenceya li hemberî girtiyan zêde bû

Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Îzmîrê yê OHD'ê têkildarî îzolasyon, tecrîd, êşkence û kiryarên xerab ên li girtîgehên li herêma Egeyê daxuyanî da û diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan di sala 2024'an de zêde bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komîsyona Şaxan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê têkildarî binpêkirinên di sala 2024’an de li girtîgehên Herêma Egeyê hatine kirin, raporek amade kr. Rapor, li avahiya komeleyê ya li Bayrakliyê hate eşkerekirin. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Di dema amadekirina raporê de parêzer çûn serdana Girtîgeha Jinan a Îzmîrê, Girtîgehên Hejmar 1, 2, 3 û 4 ên Tîpa T ên Îzmîrê, Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Tîpa F ên Îzmîrê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îzmîrê, Girtîgehên Tîpa T û Tîpa R ên Menemenê, Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê, Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê, Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê, Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê û Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeyê.

Metna daxuyaniyê ji hêla Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Îzmîrê Eylem Zengîn ve hate xwendin. Eylem Zengîn, diyar kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan êdî bi awayekî sîstematîk didomin. Eylem Zengîn, got ku li girtîgehan tecrîdên domdirêj, îşkence, muameleya xerab, sirgun, cezayên disiplînê, redkirina daxwaza taloqkirina înfazê ya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran berdewam in. Eylem Zengîn, wiha domand: “Yek ji mijara herî girîng jî rewşa girtiyên nexweş e. Li girtîgehan mafê tenduristiyê tê astengkirin, girtiyan bi wesayîtên rîngê dibin nexweşxaneyê, cotkelemçe tên bikaranîn, di dema muayeneyê de kelemçe dixin destê girtiyan, lêgerîna nava dev tê ferzkirin û sewqên nexweşxaneyan nayên kirin an jî dereng tên kirin. Ev jî rê li ber binpêkirina mafê jiyanê vedikin. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran tevî serlêdanan jî bi hinceta raporên saziya tipa edlî yên ne zanistî û li dijî etîka tipê tehliyeyên wan tên astengkirin. Ev jî rê li ber binpêkirina mafê jiyanê vedike.”

Di berdewamê de Eylem Zengîn anî ziman ku zexta darazê ya li ser malbat, vasî, parêzer û xizmên girtiyan ên ji girtîgehan re pereyan dişînin didome û wiha pê de çû: “Di girrtîgehên tîpa nû de îzolasyoneke hîn girantir tê krin. Bi vê yekê re mafên hesta baweriyê, piştevaniyê û parvekirinê yên girtiyan tên binpêkirin. Ev modêlên girtîgehan divê teqez bên girtin û ev mecbûriyeteke. Jixwe di demekî nêz berê de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îzmîrê û Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê ev binpêkirin gelek tên kirin.”

Di berdewamê de Eylem Zengîn bi lêv kir ku divê tecrîda li ser Rêber Apo  û Omer Hayrî Konak, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş were rakirin, destûr bê dayin ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û wiha bi dawî kir: “Divê destûr were dayin ku lijneyên serbixwe biçin girtîgehan û lêkolînên xwe bikin. Di serî de saziyên pîşeyî yên serbixwe û rêxistinên mafên mirovan, ji bo ku di venêrîna girtîgehan de sazî cih bigirin, divê sererastekirinên qanûnî bên kirin û bihêlin ku li girtîgehan lêkolîn were kirin. Di çarçoveya van nirxandinan de, divê dawî li binpêkirinên li girtîgehan bînin, muameleyeke layiqî rûmeta mirovahiyê were kirin. Di mijara bidawîkirina binpêkirinên mafên girtiyan de em bang li Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Tenduristiyê, Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê, Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê û hemû saziyên têkildarî mafên mirovan û wekheviyê dikin. Heta ku ev binpêkirin bi dawî dibin dê xebatên me û hewldanên me yên ji bo çareseriyê bidomin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÎZMÎR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bakirhan hişyarî da desthilatdariyê: Ev rê ne ti rê ye, dest jê berde!
Nûçeya Pişt re HPG: Hêzên gerîla ji bejahî û hewayî ve li dagirkeran xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ciwanên Kantona Firatê: Peyama Rêber Apo ji bo me talîmat e

Ciwanên Kantona Firatê diyar kirin ku peyama Rêber Apo ya ji ciwanan re ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

28 ciwanên ku 32 sal berê li Çiyayê Bêzarê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn

28 ciwanên ku piraniya wan xwendekarên dersxaneyê bûn û di sala 1994'an de li Çiyayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Ewropayê şewatên daristanan di belavkirina karbonê de rekor şikandin

Li Ewropayê şewatên daristanan ên havîna îsal derketine, karbona ku berdane atmosferê gihîştiye asta herî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çalakiya ji bo azadiya girtiyên nexweş dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wêneyê nû yê Rêber Apo

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Ma cihê girtiyên nexweş hucre ne?

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?