Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi beşdariya endamên saziyan û koçberên Efrîn û Şehbayê cenazeyên şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Dijwar Efrîn, endamê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê Ebdulrehman Murşîd ê ji bajarê Efrînê yê dagirkirî û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Ebdulezîz Îbrahîm, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê Hesekê veşartin.
Di merasîma veşartina cenazeyan de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Rewan Şêxo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Rewan Şêxo li dijî komployên li dijî herêmê û gelên wê tên kirin, banga hevgirtinê kir.
Rewan wiha dewam kir: “Divê em li dora hêz û saziyên xwe kom bibin û bi hev re ji bo parastina herêmê û bicihanîna hêviyên şehîdên xwe têbikoşin.”
Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê fermandar Dersim Hesekê axivî û di kesayeta her sê şehîdan de hemû şehîdên şoreşa Rojava bi bîr anîn. Dersim Hesekê diyar kir ku QSD û meclîsên wê yên leşkerî dê parastina herêmê û gel dewam bikin û soz da ku li ser şopa şehîdan berxwedanê bidomînin.
Piştî axaftinan, belgenameyên şehîdan ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Gulçîn Ehmê ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîdan bi tilîliyan û berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” hatin veşartin.