Hindu Kumbh Mela di her 12 salan de carekê tê lidarxistin û weke civîna herî mezin a cîhanê tê pênasekirin. Li Prayagraj’ê, cihê ku Ganj a pîroz û çemên Yamuna lê digihin hev, qasî 6 hefteyan bi 10 milyonan bawermend ji çar aliyên welêt û dervey welêt ji bo şuştinê tên ba hev.
Prayagraj li eyaleta Uttar Pradesh a li rojhilatê bakurê Hindistanê cih digire.
Rayedarên herêmî ragihandin ku ji ber îzdihama çêbûyî, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku bûyer roja sêşemê li gorî dema herêmî derdora saet 02.00’an qewimî. Tê diyarkirin ku mirovan ji nişka ve dest bi dehfdana hevdû kirin û piştre gelek mirov eciqîn û jiyana xwe ji dest dan.
Li Hindistanê civînên olî, ji ber kêmasiyên ewlehiyê bi rengekî sîstematîk dibe sedemê mirinê.
Di meha Tîrmeha borî de, li eyaleta Uttar Pradest zêdeyî 250 hezar kes ji bo guhdarkirina waaza Hinduyekî navdar, hatin ba hev. Lê ji ber îzdihama çêbûyî, zêdeyî 120 kes jiyana xwe ji dest dan.
Kumbh Mela berê bûye şahidê îzdihamên kujer. Di sala 1954’an de di rojekî de zêdeyî 400 kes di bin lingan de man û bi eciqînê yan jî fetisînê jiyana xwe ji dest dan.
Di sala 2013’an de li stasyona Prayagraj ku civîna olî cara dawî lê pêk hat, di îzdihama mezin a çêbûyî de 36 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Tê plankirin ku Kumbh Mela îsal ji 13’ê Çileyê heta 26’ê Sibatê bidome û tê payîn ku wê hejmara tevlîbûnê di asta rekorê de be. Rayedaran ragihandin ku zêdeyî 400 milyon kes wê beşdar bibin û ev jî wê bibe civîna herî mezin.
Li gorî rayedaran 120 milyon hecî beşdarî ayîna beriya vê bûn.