Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê di derbarê zext û binçavkirinên Îranê yen li dijî Kurdan de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava 3 rojên borî de 5 welatiyên Kurd ên ji Mehabad, Tehran û Loristanê bêyî fermana dadwer bi êşkenceyê ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve hatine binçavkirin û çarenûsa wan nayê zanîn.
Hate diyarkirin ku navên her pênc kesan, Awat Sorgulî, Îsmaîl Şukrî, Kiyanûs Emînî, Howyar Zehabî û Celal Elewî ne.

