Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê piştî ku navendek leşkerî ya li nêzî girtîgeha Mahabad ya li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Emerîkayê ve hate bombebarankirin, girtiyên ku deriyê wan hatibû girtin, rabûn ser xwe.
Li gorî heman çavkaniyê hêzên Îranê êrişî girtiyan kirine û gazên çav dişewitînin, li dijî girtiyan bikar anîne.
Hate gotin ku nêzî 18 girtiyên siyasî ku zêdetirî 10 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn, bi darê zorê veguhestine girtîgeha Miiyandwaw.

