Banka û saziyên civakî roja Şemiyê di saetên kêm de wê bixebitin, roja Yekşemê jî wê girtî bin. Dibistan û zanîngeh jî jixwe ji ber betlaneya havînê, girtî ne.
Hikûmetê diyar kir ku ji bo pêla germahiyê ji gel re nebe sedemê rîska tenduristiyê, ev tedbîr hate girtin.
Pêla hewaya germ, du hefte ne li Îranê dewam dike. Li nexweşxaneyan gelek nexweşî û nerehetiyên ji ber germahiya zêde, hatin raporkirin.
Li başûr û başûrêrojhilatê welêt, germahî ji 50 santîgrat pileyê derbas kir.
Li paytext Tehranê, rayedaran hişyariya hewaya qirêj da.