Kesên ku di erdheja li navçeya Îskenderûna Hatayê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Gel bi banga Înîsiyatîfa 6’ê Sibatê ya Îskenderûnê li ser rêya E-5 hatin cem hev û bi meşaleyan meşiyan. Tevî mexdûrên erdhejê, Hevserokê KESK’ê Ahmet Karagoz, Serokên Konseya Navendî ya TTB’ê Alî Îhsan Okten û Şebnem Korur Fîncancî, Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan, parlamenterên CHP’ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr beşdarî meşê bûn.
‘WÊ AKP HESAB BIDE GEL’
Mexdûrên erdhejê wêneyên xizmên xwe yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin û dirûşmên “Erdhejê ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “Ne erdhej îhmalkarî kuşt”, “Wê roj bê dewran bizîvire, berpirsiyar hesab bid gel”, “Wê roj bê dewran bizîvire, AKP hesab bide gel””Em neçûn, li vir in” û “Ma rihna nehna hon!” (Em naçin, li vir in!)” berz kirin. Di meşê de mexdûrên erdhejê hêsirên çavan barandin.
Piştî meşê mexdûrên erdhejê di nava hêsiran de li kêleka dîwarê hilweşiyayî find pêxistin û wêneyên zarokên xwe yên winda, pêlîstokên zarokan û qerenfîl li wir hiştin. Bîrgul Guden a ku tenê zarokek wê hebû û di erdhejê de jiyana xwe ji dest da axivî.
‘JI GELÊ HATAYÊ TOLÊ HILANDIN’
Birgul Guden diyar kir ku ne tenê kesên ku erdhejê jiyane, hemû welat êşeke kûr hejiyaye û anî ziman ku li gorî daneyên fermî li Îskenderûnê 3 hezar û 109 kesan jiyana xwe ji dest dane û got, “Salek derbas bû ne şîn, ne êş û ne jî hêrsa me kêm nebûye.”
‘EM Ê BIRÎNÊN XWE BI HEV RE BIKEWÎNIN’
Bîrgul Guden got ku polîtîkayên hikûmetê rê li ber karesata 6’ê Sibatê vekir û wiha pêde çû: “Em weke gotina dawî bang li gelê xwe û bi taybet mexdûrên erdhejê dikin. Em ê li dijî vê pergala qirêj a ku erdhej, lehî û bûyerên xwezayî kirinee karesat ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin. Em ê bi mexdûrên erdhejê yên ku ji roja ewil a erdheja 6’ê Sibatê dest pê kiribûn piştgiriya xwe bidomînin, êşên xwe parve bikin û birînên xwe bi hev re bikewînin.”
Bîranîn bi zêmaran berdewam kir. Piştre jî girse derbasî konê piştgiriyê bû.