Li Îzmîrê, polîsên Tirk serê sibehê êrîş birin ser rojnamevanan. Di serdegirtina malan de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Tûran, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin û nûçegihanê Gazete Dûvar Cîhan Başakçioglû hatin binçavkirin.
Di serdegirtinê de xebatkara çapemeniyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Fûnda Akbûlût jî hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinê nehate eşkerekirin. 6 kes birin Şaxê TEM’ê ya li Çankayayê. Li ser dosya wan jî ji bo 24 saetan qedexeya parêzeran hate danîn.