Li salona Bolîvard a Kerkûkê bi amadebûna berpirsên îdarî û perwerdê her wiha mamosta û xwendekaran, festîvala ‘Destkeft û Qonaxa Nû ya ji bo Vegera li Zimanê Dayîkê’ hat lidarxistin.
Festîval bi sirûda Ey Reqîb û ji bo giyanê şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Rêveberê Xwendina Kurdî ya Kerkûkê Mamosta Kameran axaftinek kir û got: “Em bi xwendekarên xwe yên serkeftî û destkeftiyên di warê perwerda Kurdî de serbilind in. Em li vê derê mizgîniyê didin mamostayan ku wê di demek kin de zevî bi wan were dayîn.”
Piştre li ser kar û çalakiyên xwendina Kurdî ya Kerkûkê sînevîzyonek hat nîşandan. Piştre xwendekarên dibistana dayîkê derketin ser dikê û çalakiyek hunerî pêşkêş kirin.
Di çalakiyên li festîvalê hatin kirin de îşaret bi giringiya zimanê Kurdî hat kirin. Piştre jî du xwendekarên jin derketin ser dikê û helbestên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiya festîvalê de jî ji aliyê rêveberiya perwerda Kurdî ya bajêr ve xelatên rêzgirtinê pêşkêşî hin mamosta û xwendekaran hatin kirin.