Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku du girtiyên siyasî yên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirine.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku girtiyên siyasî yên bi navê mamostayê xanenişîn Mehdî Baqirî û çalakvan Keyo Mers Qaîzî yên li girtîgeha Dîzlawa ya li Kirmaşanê, 4 rojin dest bi greva birçîbûnê kirine.
Hate diyarkirin ku her du girtiyên siyasî li dijî destwerdana Wezareta Îstîxbaratê di pêvajoya lêkolînkirina dosyayên wan, ketine grevê.
Hêjayî gotinê ye ku roja 5’ê Çileya îsal Mehdî Baqirî û Keyo Mers Waîzî di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên ser bi rejîma Îranê ve hatin binçavkirin û piştî temambûna lêpirsînê ji bo girtîgeha navendî ya Dîzlawa ya li Kirmaşanê hatin şandin.
Çalakvan Keyo Mers Waîzî di dema xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin ku 27 salan mamosta bû, bi biryara xanenişînkirina zorê ji kar hate derxistin û ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îslamî ya Sunqurewe bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê û xirabkirina ewlekariya netewî’ 6 sal cezayê girtîgehê bi ser hate sepandin.

