Şêniyekî ji gundekî bejahî yê Kobanê dîmenek weşand û ragihand ku çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê malên li gundên Kurdan talan dikin.
Şêniyên ji Kobanê ku nexwest navê xwe bibêje, anî ziman ku li nava mercên dorpêçkirinê ew ji bo jiyanê têdikoşin û got, “Dixwazim qala bûyerên li vê derê bikim ku bi serê me ve tên. Dixwazim cîhan tev bibîne û bibihîze ku Kurd li vir çi dikişîne. Em yek li gundên bejahî yên Kobanê ne. Piştî dorpêçê nan, av, elektrîk, mazot nayê peydakirin. Em di nava meha Çileyê de ne, rojên herî sar ên zivistanê ye. Beşeke mezin a gel neçar ma koç bike.”
Şêniyê Kobanê ragihand ku piştî gund hate valakirin çete ketin nava gundan û got, “Leşkerên ser bi artêşa dewleta Sûriyeyê ketin nava gundên ku hêzên QSD û gel lê nîne û dest bi talankirina malan kirin. Panelên me yên rojê, qebloyên me yên elektrîkê, sarincên me birin. Qemyonan tînin gundên li derdora rêya bejahî ya M4 û alavan li wan bar dikin. Li xizmên xwe yên li Girê Spî, Eyn Îsa û Reqayê digerin û bi wesayitan alavan dibin. Alavên şêniyan talan dikin.”
Her wiha diyar kir ku dikanên li herêmê jî têne talankirin û got, “Depoyên mazotê vala kirin, deriyên dikanan şikandin û talan kirin. Ev talan û dizî dewam dike. Qaşo ji bo şerkirinê hatin lê belê armanca wan talankirin e.”
Şêniyê ji Kobanê ragihand ku li herêmê çapemenî nîne ku bûyeran qeyd bike û got, “Doh xizmên min ên xwediyê mal xwestin biçin gundên xwe. Lê belê nehiştin ku malên xwe jî bibînin. Ji wan re gotin, ‘Ji vir biçin’ û ew dûr xistin. Qala mirovahiyê dikin, lê belê ya ku ew dikin tenê talan e.”

