Heyva Sor a Kurd a Kobanê ragihand ku zarokekî din ji ber sermayê li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Li Kobanê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê ve dorpêçkirî ye, 4 zarokên din ji ber sermayê miribûn.
Di vê navberê de xebatkarên tenduristiyê yên li Kobanê diyar kirin ku pêdiviya lezgîn bi xwînê heye û bang li welatiyan kir ku biçin Nexweşxaneya Aykûrê û xwînê bidin.

