Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Kurdistan û Tirkiyeyê Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin
Rojane

Li Kurdistan û Tirkiyeyê Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi çalakî û daxuyaniyan hate protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

DBP, DEM Partî, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleyên Elewiyên Demokratîk, ESP, HDP, EGETUHAYDER û ANYAKAYDER’ê salvegera komployê li avahiya DEM Partî ya Îzmîrê daxuyanî da. Li salona ku daxuyanî hat dayîn pankarta “Em Meşa Azadiyê silav dikin û komploya navneteweyî şermezar dikin” hat daliqandin. Di axaftinan de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hate xwestin.

ŞIRNEX
Polîsan bi hinceta “qedexeya walîtiyê” li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê, hewl dan daxuyaniyê asteng bikin. Daxuyanî tevî hemû astengiyan li ber deriyê avahiya bajêr hat dayîn. Beriya daxuyaniyê polîsan deriyên avahiya partiyê bi mertalan girtin. Li ser vê yekê endama Meclîsa  Şaredariya Silopiyayê ya HDP’ê Fehîme Saruhan hat binçavkirin.
Tevî hemû hewldanên astengkirinê jî rêveberên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê û DBP’ê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên MEBYA-DER’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
MÊRSÎN
Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê jî xwest têkildarî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyê bide. Beriya daxuyaniyê, ketina avahiyê ji hêla polîsan ve hate girtin. Girseya ku xwest li pêşiya avahiyê daxuyaniyê bide bi dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” astengkirin protesto kirin. Piştre jî girseyê di nava avahiyê de daxuyanî da. 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî dorpêça polîsan da. Aşan, got ku tevî astengkirinan jî dê li her qadê berteka xwe ya li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîda li Îmraliyê nîşan bidin. Aşan, wiha domand: “Hevalên me yên ku ji bo rakirina tecrîdê li girtîgehê ketine greva birçîbûnê hene. Her wiha dayikên me hewl didin bi Nobeta Edaletê bibin dengê girtiyan. Daxwaza tevahiya derdorên civakê ew e ku tecrîd bê rakirin. Di serî de pirsgirêka kurd, heke em bixwazin tevahiya pirsgirêkên civakê çareser bikin, divê ji ewil tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.” 
WAN  
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê li Kolana Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. DBP, TUHAY-DER, Dayikên Aştiyê, TJA, ÎHD, OHD, ÇEV-DER û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bimre komploya 15’ê Sibatê” hate vekirin û her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr a di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku sekna Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê komplo pûç kir û wiha got: “Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê gava herî girîng ku serwerên kurewî û herêmî koletiyê li gelên herêmê ferz bikin bû. Hêzên tarî yên bandora birêz Ocalan a li ser Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn û hêza wî ya avakirina jiyaneke demokratîk dizanin, komploya navnetewî plankirin û di kesayeta birêz Ocalan de xwestin hemû gelan teslîm bigirin.”
MÛŞ 
Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê li avahiya bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevserokê DEM Partiya Mûşê Mehmet Yafes Dînar daxuyaniya hevpar xwend. 
ERDEXAN
Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê jî li avahiya xwe ya bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek kes û nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî civînê bûn. Di civînê de Hevserokê DEM Partiyê yê Erdexanê Engîn Çelîk axivî. 
BEDLÎS
Rêxistina DEM Partiyê ya Tetwanê jî di avahiya navçeyê de civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana ku civîn lê hate kirin pankarta “Em komploya 15’ê Sibatê lanet dikin” hate daliqandin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk ê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku bi paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ku Abdullah Ocalan pêşxist komplo hate pûçkirin û anî ziman ku paradîgma bû heviya gelên bindest. 
COLEMÊRG
Rêxistinên DEM Partiyê yên Colemêrg û Geverê jî bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî sînevîzyoneke ku pêvajoya 25 salan a komployê vedibêje pêşandan. Bername li avahiya partiyê hat lidarxistin û gelek endamên partiyê û kes tev li bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Kadîr Şahîn di bernameyê de axivî û got ku ew komploya navneteweyî şermezar dikin. Şahîn, anî ziman ku ji bo aştiyê divê tecrîd bê rakirin. Li Geverê jî li navenda koordînasyona hilbijartinê ya DEM Partiyê ya navçeyê sînevîzyon hate pêşandan. Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bûn. 
 Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan, tecrîda ku di şexsê wî de hatiye destpêkirin û li ser hemû qadên civakê hatiye belavkirin û komploya navneteweyî vala derxist û têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê didomîne.” Piştî axaftina Sevmez, sînevîzyona ku pêvajoya komployê vedibêje hate pêşandan. Piştî sînevîzyonê, welatiyan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Sydneyê ji bo Pêngava Azadiyê di rojnameyê de îlan hat dayîn
Nûçeya Pişt re Nobetên Edaletê: Em tecrîdê qebûl nakin û em ê wê bişkînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bîlançoya operasyonên ewlekarî û leşkerî yên li dijî DAÎŞ'ê ya sala…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bêyî hebûna jinan, Sûriyê bi awayekî demokratîk ava nabe’

Jinên beşdarî Komxebata Şêwirmendiyê ya Jinan bûn, destnîşan kirin ku di encama hevgirtinê de jin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Swîsreyê barana zêde: Gelek kes winda ne

Li Swîsreyê ji ber barana zêde ya ku ji Şemiyê û vir ve dibare hezazê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?