Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li avahiya komeleyê rapora salekê ya binpêkirinên mafên jinan ên li bajarên Kurdistanê eşkere kir. Rapor li ser navê ÎHD’ê ji aliyê endama lijneya rêveberiya şaxê Esra Saçaklidir ve hat xwendin.
Saçaklidir destnîşan kir ku tundî ne tenê di aliyê fîzîkî de, di heman demê de di aliyê derûnî, zayendî, aborî, civakî ve tê kirin.
Esra Saçaklidir, da zanîn ku tundiya nava malê ji aliyê civak û dewletê ve weke “pirsgirêkên navxweyî” tê dîtin û destnîşan kir ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê û nîqaşên li ser betalkirina qanûna bi hejmara 6284’an, newekheviya zayendî kûr kir.
Saçaklidir got, “Ji ber çaresernekirina pirsgirêka Kurd ku yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê ye û yek ji astengên herî mezin ên li pêşiya mafên mirovan didomîne, girtin û pêvajoyên hiqûqî yên desthilatdariyê yên li dijî siyasetmedar û aktîvîstên jin ên Kurd weke tundiyeke din a ku li dijî jinan hatiye kirine.”
Esra Saçaklidir, anî ziman ku bi desteserkirina şaredariyan û tayînkirina qeyûman re tundiya li dijî jinan zêde bûye û bal kişand ser tundî û êşkenceyên li dijî jinên girtî.
BÎLANÇO HATE EŞKEREKIRIN
Piştî daxuyaniyê Parêzer Berfîn Elçî binpêkirinên hatine kirin rêz kir. Di raporê de bajarên ku mafê jiyanê yê jinan herî zêde lê hatiye binpêkirin Riha (21), Amed (16), Mêrdîn (13), Wan (10) û Dîlok (10) in.
Di raporê de ev agahî cih girtin:
* Li herêmê herî kêm 39 jin di bin şert û mercên gumanbar de mirin.
* Herî kêm 7 jinan ber bi întîharê ve hatin birin.
* Li herêmê di encama tundiya nav malê de herî kêm 49 jinan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 12 jin jî birîndar bûn.
* Li herêmê di encama tundiya civakî de herî kêm 19 jinan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 16 jin birîndar bûn û herî kêm jinek bi destdirêjî re rûbirû ma.
*Li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê herî kêm 68 jin ku di nav de transek heyî di encama tundiya mêran a di nava malbatê de û di qada civakî de hatin qetilkirin û 7 jin jî ber bi întîharê ve hatin xiriqandin.
* Bi vî awayî di nava 1 salekê de mafê jiyanê yê herî kêm 114 jinan hat binpêkirin.
* Herî kêm 57 jin li ‘Malê’ li cihê herî ewle tên pênasekirin hatin kuştin, an mirî hatin dîtin.
* Jin bi piranî ji aliyê bav, kur û kesên ku pê re zewicî ve hatin qetilkirin.
* Gelek jin ji ber daxwaza hevberdanê hatin qetilkirin.”