HPG’ê bîlançoya şer a sala 2024’an eşkere kir. Sala 2024’an hem ji bo gerîla hem jî ji bo dewleta Tirk a dagirker çawa derbas bû, bi hejmaran pêşkêşî me kirin. Bîlanço bê şerê hebûn û nemanê çiqasî girîng e radixe ber çavan û bi vê re rûyê berxwedana gerîla ya ku di detayên wê de veşartîne nîşan dide.
Ji bo rastiya şerê li Kurdistanê were dîtin û nirxandineke di cih de were kirin dane di destê me de hene . Sala 2024’an ji bo HPG’ê tijî nûbûnên taktîkî û gavên stratejîk bû. Ev yek hem dagirkeran matmayî hişt û hem jî tirsand. Dagriker bi qasî ditirse êrîş dike û ev yek di sala 2024’an de xwe dubare kir. Dagirker bê li hemberî berxwedaneke çawa ye, hem ji berxwedana gerîla ya li Bakurê Kurdistanê û hem jî ji çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê fêmkirin.
Şervanên jin ên ku bi dirûşma “Em ê paşve nekişin, paşvekişîn tê wateya xiyanett û teslîmiyetê” heta guleya dawî li ber xwe dan, xeta berxwedanê ya sala 2024’an careke din eşkere kirin. Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê bi operasyonên şoreşgerî şêwaza êrîşê dewlemendtir kir, tîmên gerok ên qadê bi çalakiyên xwe ruh dane berxwedanê û bi şerê tunelan ku çeperên şer veguherandin kampên serkeftinê, pêla şoreşê li Kurdistanê mezin kir.
ÇALAKIYÊN YEKÎNEYÊN PARASTINA HEWAYÊ
Hêzên Parastina Hewayî ya Kurdistanê weke yekîneyên Şehîd Axîn Mûş û Şehîd Dogan Zinar bi derfetên xwe û afirîneriya xwe ya taktîkî 99 çalakî li dar xistin. SÎHA’yên ku roniya çavên Pîşesaziya Parastinê ya Tirkiyeyê tên ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêsnê wan dihat dayin, gelek caran ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî ya Kurdistanê ve hatin derbkirin û xistin. Ev çalakiyên hêzên gerîla moralek mezin da gelê Kurd. 18 SÎHA hatin xistin. Yekîneya Şehîd Axîn Mûş û Yekîneya Şehîd Dogan Zinar bi 99 êrîşên hewayî tirs xistin dilê leşkerên Tirk. Çalakiyên hêzên hewayî ne tenê dewlemendiya taktîkî ya gerîla zêde kir, her wiha nîşan da ku ewlehiya dagirkeran li çiyayên Kurdistanê tune ye.
Bîlançoya şerê sala 2024’an berxwedana Herêmên Parastinê yên Medyayê radixe ber çavan û ji berxwedana gerîlayên Bakurê Kurdistanê yên gotinên rayedarên dewletê, “Wê êdî li ser sînor çûk jî nefirin” vala derxistin, heta rastiya çapemeniya şerê taybet a xwe mezin dike û digot, “kilît li ber girtinê ye” tarûmar kir. Gerîlayan ji çiyayên Kurdistanê heta bajaran, ji bajaran heta çeperên berxwedanê, ji çalakiyên hewayî heta bi şêwazê çalakiya fedaî, ji çalakiyên tîmên pispor heta berxwedanên tunelan gav bi gav ruhê berxwedanê mezin kirin û di nava salê de hezar û 124 çalakî li dar xistin.
Gerîla di her çalakiyê de xwêdana xwe, di her çalakiyê de hêza xwe ya ji bo serketin û derbaskirina zehmetiyan û di her çalakiyê de sonda serkeftinê nû dikir. Gerîla di pêla şoreşa 2024’an de bi mezinkirina performansa xwe wê mohra xwe li sala 2025’an bixe. Gerîla bi înîsiyatîfa di şer de, bi avantaja ku bi serweriya li ser xakê bi dest xistiye, bi helwesta exlaqî ya ku moral jê digire û bi motîvasyona rastîn a ku bi vîna xwe girtiye, di her warî de bûye serketiyê qada şer.
DI MEDYAYA TIRK DE DÎTINA BERXWEDANÊ
Medyaya Tirk di sala 2024’an de şer weke lîstikeke veşartiye nîşan da. Her çiqasî ji cihê wê yê veşartî dihate dîtin jî, lê ti bandorek wê neçêbû. Dîsa xwedî li mîrasa sê meymûnan derket. Çapemeniya şerê taybet a Tirkiyeyê bi derew, xapandin û bi şêwazê propagandaya berovajîkirinê civaka Tirk xiste xew. Ne xwedî li leşkerên hatin kuştin derket û ne jî li ser berdêla şer a li ser civaka Tirkiyeyê rawestiya. Artêşa Tirk a ku di tevahiya berxwedanê de gelek kordîne, serheng, serdar, serpelên xwe guherand û ji bo qelsiyên xwe veşêre serî lîstikên şerê taybet da. Li navenda fermandariyê ya qada şerê germ de 9 fermandaran yek jê serheng, 2 jê serdar û yek jê serpel hatin kuştin. Malbatên gelek leşkerên mirî nehatin agahdarkirin, heta nûçeya mirina wan jî nedan.
5 HEZAR 356 CARAN BOMBEBARAN KIRIN
Dewleta Tirk teknîkên di destê xwe de têr nedît û teknîka NATO’yê xist dewrê, 5 hezar û 356 caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê, balafirên bêmirov ên teqemenî barkirî bombeyên nukleerî yên taktîkî, çekên kîmyewî çiyayên Kurdistanê bombebaran kir. Dewleta Tirk a ku li pêşberî mirovahiyê şerm nake, 645 caran bi çekên qedexekirî êrîşî çiya û gerîlayên Kurdistanê kir.
PDK’ê tevî hemû bangawaziyan jî di xeta xwe ya hevkariyê de israr kir û di heman demê de piştgirî da artêşa Tirk û derb li hemû nirxên exlaqî yên gelê Kurd û destkeftiyên bi bedelên mezin hatine qezenckirin, xist.
LEHENGÊN 360 ROJAN
Bi taybetî jî şehîdên li Bakurê Kurdistanê, helwesta şoreşgerî ya li dijî dagirkeriyê ji nû ve diyar kir. Ji fermandaran heta şervanan, xwe di xeta şoreşgerî de têkoşiyan û xwe di armanca serketinê de kilît kirin. Nûnerên baweriya serkeftinê ya bêhempa Alan Milazgîr û Dr. Sara Tolhildan; Bêrîtan Nurhak Çiya û Serhat Jêhat ku li Bakurê Kurdistanê li dijî dagirkeran li dijî dagirkeriyê sekna fedaî ya xeta Apoyî parastin, Cemal Dêrazor û Mordem Eylul ewladên leheng ên gelê Ereb û afirînerên jiyana azad, bûn xwedî hewlwesta ruhê sala 2024’an. Şehîdên sala 2024’an gav bi gav pêla şoreşa Kurdistanê mezin kirin. Orhan Cîhat Bîngol, Şiyar Efrîn, Dr. Sara Tolhildan, Zîlan Amed, Hevrê Çiya, Şervan Varto, Canşêr Şêrawa, Ekîn Rodî, Tûfan Koçer, Devrîm Botan, Xebat Turkmen, Piling Germiyan, Ebû Leyla Şehîd, Sema Cuya Çewlîk, Ezîz Mûsil, Asmîn Seyîd, Cemal Dêrazor, Kurtay Şahîn, Hogir Merwan, li Dersimê Edessa Cejna, Bêrîtan Nurhak Çiya, Herekol Şiyar, Brûsk Kato, Benda Amed, Serhat Jêhat, Mehmet Cûdî, Zerdeşt Suruç, Şêxmûs Malazgirt, Berwar Dersîm, Hebûn Pîro, Botan Osyan û Zagros Cûdî wê di sala 2025’an de bibin misogeriya serketina pêla şoreşgerî.