Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê Şehîd Rosîda Mardîn, Amed Efrîn, Diljîn Amed, Mazlum Koçer, Sînan Gever û Ararat Tolhildan yên ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê de li Mexmûrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kiribûn û di dem û cihên cûda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ketibûn hatin bîranîn.
Bîranîn bi kombûna şêniyên wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin di kesayeta her şeş şehîdan de ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê hat destpê kirin. Piştî rêzgirtinê hevberdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Murad Encû axivî.
Murad Encû di destpêka axaftina xwe de her şeş şehîdan bîranî û got: “Eger îro em li hev komdibin bi xêra van pakrewanane. Divê em wek xelkê wargehê heta dawiyê li ser xeta van hevalên şehîd bimeşin, têkoşîna wan bilidtir bikin. Wek hûn jî dizanin îro li Metîna, Avaşîn, li Zapê, li Rojavayê Kurdistanê eger berxwedanek wisa bê hempa tê meşandin, ev bi saya van hevalên pakrewanin. Wek xelkê wargehê emê heta dawiyê li ser xeta wan bimeşin, em soz didin heta azadiya Rêbertî û Kurdistanê emê berxwedanê bilindtir bikin.”
Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna her şeş şehîdan hatibû amadekirin hat nîşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.