Li gorî daxuyaniya waliyê eyaleta Wasitê, agir bi navendeke bazarê ket.
Walî Mûhammed el Miyahî ji ajansa nûçeyan a fermî INA’yê re axivî û got, “Şeva Çarşemê agir bi navendeke bazarê ket. Hejmara mirî û birîndarên vê şewata trajîk gihîştiye 50 kesî.”
Hate ragihandin ku di nava qurbaniyan de zarok jî hene. Li avahiya sê qatî ya ku agir pê ket, restorantek jî hebû.