Hate ragihandin ku li bajatê Maiduguri yê paytextê eyaleta Bornoyê şeva Duşemê teqînek çêbûye û herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dane û 108 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê polîsan Nahum Kenneth Daso diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê êrîş ji aliyê çalakvanên xwekujiyê ve hatiye kirin.
Piştî teqînê gelek birîndar ji nexweşxaneyên li herêmê re hatin sewqkirin û şahidên bûyerê anîn ziman ku li kolana gelek cenaze hene.
Rayedaran dan zanîn ku piştî êrîşan wan rewşa bajêr xistiye bin kontrola xwe û hêzên ewlehiyê li herêmê tedbîrên zêde standine.
Li Maiduguriyê di salên dawîn de zêde bûyer rû nedabin jî di demên dawîn de lê êrîşên komên çekdar zêde bûne.
Di şer û pevçûnên li bakurrojhilatê Nîjeryayê de ku ji sala 2009’an ve ye berdewam dikin, di serî de Boko Haram û baskê Efrîqaya Rojava yê DAÎŞ’ê di encama êrîşên komên çekdar de zêdetirî 40 hezar welatiyan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 2 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûne.
Êrîşên dawîn nîşan didin ku li herêmê rewşa ewlehiyê ji nû ve xirab dibe.

