Rayedarên xwecihî diyar kirin ku karên rizgarkirinê hatine rawestandin û hêviya rizgarkirinê nemaye.
Felaketê sibeha Pêncşemê destpê kir. Barana zêde ya li Mokwayê bariya, di nava pênc saetan de bû sedema lehiyê û gelek taxên bajêr di nava avê de hişt.
Bi bilindbûna avê re tenê banê xaniyan di ser avê de man û gelek kesan hewl dan xwe xilas bikin an jî cîranên xwe rizgar bikin.
Li gorî agahiyên ji yekîneyên rewşa lezgîn a Eyaleta Nîjerê di bûyerê de herî kêm 11 kes birîndar bûn, zêdeyî 3 hezar kes jî ji cih û warê xwe bûn.
Li gel zerara ku gihîşt 500 xaniyan, her wiha du rêyên bingehîn û du pir jî hilweşiyan.
Mokwa bi 380 kîlometreyî li rojavayê paytext Abuja ye û yek ji navendên girîng ên bazirganiyê ye.
Li vî welatî dema baranê her sal di navbera mehên Gulan û Îlonê de destpê dike û ji ber bandora krîza avhewayê felaketên lehiyê rû didin.
Di sala 2024’an de li Nîjeryayê ji ber lehiyê zêdeyî 1.200 kesî jiyana xwe ji dest dan, 1.2 milyon mirov jî ji cih û warê xwe bûn.