Bi hezaran jin beşdarî mîtînga li Qada Cumhuriyetê ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate organîzekirin bûn. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên gelêrî qadê tije kirin, bê navber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.
Mitîng bi deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” li çaraliyê cîhanê belav bûye û got ku jin dê bibin pêşengên pêvajoya aştiyê.
Endama Platforma Jinên Kurd Şermîn Aygoren, jî bal kişand ser pêwîstiya yekîtiyê di navbera jinên Kurd de.
Hevseroka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz, jî anî ziman ku jin di têkoşîna Kurdan a ji bo nasname û ziman de roleke girîng dilîzin.
Çalakvana TJA’yê Ayla Akat Ata, da zanîn ku jin jiyaneke azad û wekhev dixwazin û bal kişand ser têkoşîna jinan.
Peyama 8’ê Adarê ya Rêber Apo jî di mîtîngê de hate xwendin. Mitîng bi govendên gelêrî yên Kurdî û stranên hunermend Xecê bi dawî bû.

