Înîsiyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê bi diurşma “Azadiya dîlgirtiyan, azadiya me ye, ciwanên me berdin” xwepêşandanek li dar xist. Di xwepêşandanê de bi sedan malbatên dîlgirtiyan, nûnerên ji saziyên civaka sivîl, partî û xelkê herêmê amade bûn.
Xwepêşandan ji pêş Stadyûma 12ˊê Adarê dest pê kir û li pêş avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NYˊyê ya Qamişloyê veguherî çalakiyeke prostestoyî. Şêniyan banga berdana tavilê ya tevahî dîlgirtiyên ku ji Çileya 2026ˊan ve li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê girtî ne, kir.
Malbatan û saziyan wêneyên dîlgirtiyan û pankartên “Dîlgirtiyan bedin”, “dayikên me li bendê ne”, “Edalet li ku ye”, “Azadî ji dîlgirtiyan re”, “Dîlgirtî xeta sor e”, ” ka sozên we yên berdana dîlgirtiyan” rakirin.
Di çalakiyê de xwepêşandêran bang li aliyên eleqedar kir ku li hember dosyaya dîlgirtiyan bi erkên xwe rabin û divê çareseriyek bilez ji bo bidawîbûna êşa şêniyan re bê dîtin.
Çalakî bi xwendina daxuyaniyekê bi zimanê Erebî û Kurdî ji hêla malbatên dîlgirtiyan bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di radeya yekemîn de daxwaza wan mirovî ye; mafê dîlgirtiyan a azadiyê heye û divê rêz li rûmeta wan bê girtin.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berdewama ragirtina dîlgirtiyan ji zêdetirî 2 mehan ve êşên malbatên wan û nearamiyê zêdetir dike.
Di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku vê dosyayê bişopînin û zextê bikin ku dîlgirtiyên werin berdan.

