Çend demjimêr berê li Qamişloyê li nêzîkî Kolana Munîr Hebîb a taxa Xerbî bûyerek gulebaranê qewimî, di encamê de kesek mir û 2 kes birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyek ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ku ji ajansa me re axivî, di bûyera gulebaranê de ciwanek hatiye qetilkirin û 2 kesên din jî birîndar bûne. Birîndar rakirine nexweşxaneyek li bajêr.
Sedemên bûyerê hîn jî nayên zanîn, ji ber ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîna xwe didomînin.

