Li navçeya Ranya ji bo tevkariya bi gelê Rojava re civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de kampanya alîkariyê bi sernava “Parastina Rojava tê wateya parastina hemû Kurdistanê” hat destpêkirin. Hat diyarkirin ku kampanya wê heta roja Yekşemê bidome.
Li ser navê Komîsyona Pirsgirêkên Netewî û Civakî ya Civaka Koşan Arif Hemedemîn jî ev agahî da: “Welatiyên dilsoz û helwestdar yên Kurdistanê, piştî bûyer û guherînên bilez ên Sûriyê û Rojavayê welat, gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li herêmên Minbic, Til Rifet û Şehbayê ku bi sedhezaran penaberên Efrîna dagirkirî lê bicih bûbûn, komên terorîst bi piştgiriya artêşa dagirker a Tirkiyeyê li ser wan herêman dest bi êrîşan kir.
Ji ber vê yekê bi sedhezaran welatiyên Kurd bi neçarî cara duyemîn koçber bûn. Ev koçberane niha di rewşeke dijwar de dijîn, rastî malwêranî, zilm, êrîşên faşîst û terorîst û hevalbendên wan hatine. Her çend xebat û têkoşîna gelê me li Rojava bûye cihê hêviya Kurdan û azadîxwazên cîhanê jî, lê niha hewceyî alîkarî, piştgiriya madî û manewî heye.”
Arif Hemedemîn wiha domand: “Ji vir, em wek Koma Koşan bi piştgiriya welatiyên dilsoz, çalakvan û kesayetiyên civakî yên welatparêz, em xwe berpirsiyar dibînin ku wek erkekî netewî, niştimanî, olî, exlaqî û mirovî ku em beşek bin ji kampanyaya piştgiriya xwişk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê. Li ser vî bingehî em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî kampanyayê bibin û piştevaniya xwişk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bikin.”