Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarê wî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Zana Qamişlo (Ferîd Derwêş) ê ku 8’ˋê Sibatê di bersivdana êrîşên li dijî Eyn Îsayê de şehîd bûbû, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan veşartin. Hemwextî ji bo şervanê QSDˋê Reşo Qamişlo (Hecar Mihemed) re yê ku 4’ˋê Sibatê di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, merasîma xiyabî lhat lidarxistin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Emîn axivî û diyar kir ku şehîdan bi fedakariya xwe rêya azadiyê ronî kir û wê fedakariya wan ji bo nifşên nû bibe jêdera îlham û hêzê.
Emîn bang li gel kir ku nirxên ku şehîdan di oxira wan de canê xwe daye, biparêze û heta pêkanîna armancên wan têkoşînê bidomîne.
Piştre li ser navê malbata şehîd Reşo Qamişlo, Cemîl Heyder axivî û got: “Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin. Zarokên me di oxira vî welatî de canê xwe feda kir.”
Dûre xwişka şehîd Reşo Qamişlo, Hemdiye Mela Xalid helbestek li ser wateyên fedakariyê xwend.
Her wiha Şerîf Qamişlo jî li ser navê hêzên leşkerî axivî û got: “Wê berxwedana heta pêkanîna serkeftin û îstîqrarê bidome û fedakariyên şervanan badilhewa naçin. Ji wê zêdetirî wê fedakariyên şehîdan bibin wesîleya pêkanîna armancên wan.”
Di dawiyê de şehîd di nava tilîliyên dayikan de li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.