Duh, çekdarên di bin gefa çekê de 4 karmendên Kurd ên girêdayî Rêxistina Mirovî ya Navneteweyî ya Blumont sekinandin, mûçe û tiştên wan ên şexsî dizîn.
Her çar karmend ji pêkhateya Kurd ji herêma Kobanê ne û li kampa Til El Semin ê gundewarê Reqayê dixebitin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku çekdarên êriş kirine, li wesayîteke Mohave ya camên xwe reş bi nimreya Til Ebyed (Girê Spî) siwar bûbûn. Çekdaran bi hinceta pirsa rêya ber bi Eyn Îsa ve karmend kişandin aliyekî û ew li çatrêya gundê Hîşa sekinandin û birin tonelek nêzîk.
SOHRˊê anî ziman ku wan çekdaran li wir gef li karmendan xwarin û lêdan, laptop, telefon, Aybad û mûçeyên wan ku nêzî 5 hezar dolar bûn dizîn.
Karmendan da zanîn ku ruxmî wan li gel aliyên ewlehiyê gilî kirine, lê ji ber bidawîbûna dewama fermî nikarîn tomar bikirana. Ji ber wê karmendan lawaziya tedbîrên ewlehî yên ji bo parastina karmendên navneteweyî û misogeriya gihandina mûçeyên wan bi awayekî ewle rexne kirin.

