Bi sedan kes ji şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) cenazeyên şehîd Abî MIhemed Şaban û şehîd Mihemed Seîd Îbrahîm Menla li goristana şehîdan a bajarokê Hikumiye spartin axê.
Şehîd Abî Mihemed Şaban ê şervanê QSD`ê ,1`ê Kanûna 2024`an li bajarê Cirniye yê kantona Tebqayê û şehîd Mihemed Seîd Îbrahîm Menla yê ji Hêzên Dîsiplîna Leşkerî, 4`ê Çileya 2025`an li Til Rifetê şehîd bûbûn.
Di merasîma oxirkirinê de li ser navê QSD`ê endama Meclisa Leşkerî ya Reqayê Fatme El Selfîc axivî û got: “Bi navê QSD û Meclisa Leşkerî ya Reqayê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û soz didin şehîdan ku rêya wan bişopînin.”
Fatme wiha domand: “Em serî natewînin. Heta em axa xwe ji terorê rizgar nekin, em dev ji rêyê bernadin. Bila Erdoganê faşîst bizane ku her çiqas me topbaran bike, nikare vîna me bişikîne û em ê li hember hewldanên wî ku dixwaze aramiyê li herêmê têk bibe, li ber xwe bidin.”
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan dayika şehîd Xelef El Boş, Îtab El Dêf axivî û got: “Bila cîhan bizane ku em xwedî maf û doz in. Em ê li ber xwe bidin. Em ê axa xwe ji terorê û êrişkeran rizgar bikin.”
Di dawiya merasîmê de belgenameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.
Dûre girseyê cenazeyên her du şehîdan li goristanê spartin axê.