Şemî, 21 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bê ziman jiyan nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Parastina azadiya zimanan, avakirina azadî û aştiyê civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA Û DAKB: Zimanê dayikê siberoja me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Murat Yildiz pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên li Rojhilatê Kurdistanê banga yekîtiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê çalakiyên Roja Zimanê Dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bafil Talebanî peyama Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê meşa ji bo zimanê dayikê: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê roja zimanê dayikê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Rojava çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê
Rojava

Li Rojava çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê

Li bajarên Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê,Dirbêsiyê, Til Temir, Amûdê û Girkê Legê bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê meş hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku divê zimanê Kurdî di destûra bingehîn a nû de weke zimanê fermî bê naskir

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Sibat 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi dirûşma “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê me yê rewa û bingehîn e” li bajarê Qamişloyê meşek lidarxist.

Bi sedan mamoste, xwendekar û şêniyên bajêr beşdarî meşê bûn. Xwendekar û mamoste bi cilên Kurdî û rengên kesk, sor û zer beşdarî meşê bûn. Meş li ber Dibistana Şehîd Şervan a li taxa Erbewiyê dest pê kir û heta avahiya Yekitiya Mamosteyên Cizîrê dewam kir.

Piştî deqeya rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî bi zimanên Kurdî û Erebî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em kesên di ber ziman de ked dane û şehîd ketine bi bîr tînin. Îro zimanê Kurdî li ser maseya danûnstandinan e û cihê wê di Sûriyeya nû de tê goftugokirin. Biryarnameya hikûmeta demkî ya Şamê her çendî erênî tê dîtin jî, lê mafê ziman ê gelê Kurd mîsoger nake. Ji bo ku zimanê Kurdî weke destketiyek mayînde bê parastin, pêwîste zimanê Kurdî di destûrê de weke zimanê fermî bê naskirin. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê weke mafekî rewa yê bingehîn bê mîsogerkirin. Ji ber ku zimanê gelê Kurd li ser axa xwe ya dîrokî dijî. Heftane tenê du demjimêran nayê pejirandin. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo mîsogerkirina mafên zimanê Kurdî û parastina destketiyên şoreşa ziman têbikoş in. Kar û xebatên xwe bidomînin. Doza zimanê Kurdî weke dozeke neteweyî pîroze û em ê xwedî lê derkevin. Ji bo vê jî em ji gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hêvî dikin ku doza zimanê Kurdî weke dozeke neteweyî bidin pêş û xwedî lê derkevin.”

Piştî daxuyaniyan Koma Dibistana Mehmûd Eshed, stranên li ser zimanê Kurdî gotin. Çalakî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

HESEKÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê jî bi boneya Roja Zimanê Dayikê meşeke girseyî lidarxistin. Di meşê de mamoste, şagirt û endamên saziyên sivîl amede bûn. Meşê ji pêşiya Parka Rêber Apo ya taxa Nasira dest pê kir. Meşvan heya Çerxêreya Sînalko ya Til Hecerê meşiyan û li wir mamosteyan daxuyaniyek dan.

Di destpêka daxuyaniyê de, Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê hate pîrozkirin û wiha gotin: “Ji bo ku wek destketiyeke mayînde bê parastin, divê zimanê kurdî wek zimanê fermî di destûrê de bê naskirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî rewa û bingehîn bê misogerkirin.”

TIRBESPIYÊ

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Komeleya Perwerdeyê ya Tirbespiyê jî meşek lidarxist. Meşê li pêşiya Komeleya Perwerdeyê ya bajêr hetanî Qada Azadî dewam kir.

Li Qada Azadî mamoste Cewahir Temo, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava şoreşê de, tevî hemû zehmetiyan gel bi desteke saziyên ziman xwedî li zimanê dayikê derket û parast.

Di dewama daxuyaniyê de, îşaret bi biryarnameya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hate kirin û hate gotin: “Ev biryarname tenê têrê nake, divê maf û zimanê Kurdî fermî di destûrê de werin nivîsandin. Ji mafê hemû pêkhateyan e ku bi zimanê xwe bijîn.”

DIRBÊSIYÊ

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Rêveberiya Dibistanan a Dirbêsiyê jî meşek lidarxist.

Meşê li pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Divê mafên me di destûrê de werin mîsogerkrin” û “Fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî rewa û bingehîn e” hatin vekirin.

Meş li Qada Jina Azad rawestiya. Hevserokê SZK’ê yê bajarê Dirbêsiyê Rizgar Mihemed, li wir daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de, hate gotin ku dê ji bo mîsogerkirina mafê ziman û parastina destketiyên “şoreşa ziman a Rojava” têkoşînê bidomînin. Bang li gelê Kurd ê li Kurdistanê û diyasporayê hat kirin ku doza zimanê Kurdî wek dozeke neteweyî û nîştimanî bidin pêş.

TIL TEMIR

Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê jî bi tevlîbûna bi sedan mamoste, xwendekar, şênî, endamên saziyên sivîl meşek lidarxist. Meşê li pêşiya avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan dest pê kir.

Meş li rêya M4 veguherî mîtîngê. Li wir endamê Rêveberiya Dibistanên Til Temirê Hêvîdar Mihemed Elî, axivî û anî ziman ku zimanê Kurdî zimanekî neteweyî yê Sûriyeyê ye, pêdiviya wê bi xurtkirin û parastinê heye.

Hêvîdar Mihemed Elî, got dê ji bo parastina zimanê Kurdî bi hemû hêza xwe xebatê bidomînin û da zanîn ku ziman mafekî bingehîn e û hêvî kir ku gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê piştgiriy vê dozê bike da ku were naskirin û parastî bimîne.

Hevserokê Rêveberiya Dibistanên Til Temirê Xidir El Ilêwî jî got:”Zimanê me yê dayikê pira ku dema borî bi ya niha ve girê dide. Her wiha amûra ku çîrokên pêşiyên me diparêze û wijdanê zarokê me ye. Dema em zimanê xwe diparêzin, wê demê em dîrok, çand û hebûna xwe diparêzin.”

Xidir El Îlêwî, îşaret pê kir ku li bajarê Til Temirê gelek ziman û çand hene û wiha domand “Em di wê baweriyê de ne ku rêzgirtina li hemberî zimanê dayikê rêzdariya mirov li hemberî xwe ye. Lewra em dixebitin da ku zimanê xwe yê resen di minhacan de xurt bikin û şagirtina teşwîq bikin ku bi bawerî û serferazî zimanê xwe bi kar bînin.”

AMÛDÊ

Li bajar Amûdê jî mamoste, xwendekar û şênî bi heman minasebetê daketin qadan.

Girse ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdar bû, ji Qada Jina Azad heya Qada Şehîd Cîhad meşiya û pankartên “Şoreşa Rojava wê bi şoreşa ziman bi ser bikeve”, “Zimanê me hebûna me ye” û “Divê mafên me di destûra Sûriyeyê de werin parastin”

Li Qada Şehîd Cîhad ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre hevseroka Rêveberiya Dibistanan a Amûdê Hena Xalid daxuyanî xwend. Henayê diyar kir ku gelê Kurd xwedî ziman û dîrokeke kevnar e û mafê wê heya ku bi azadî bi zimanê xwe biaxive û ziman di destûrê de were parastin.

Hena Xalid anî ziman gelê Kurd li hembrî siyasetên înkara ziman û çandê li ber xwe da û şehîdan dane. Henayê her wiha destnîşan kir ku Sûriyeyê di pêvajoyeke nû re derbas dib û dosyaya zimanê kurdî yek ji dozên sereke ye. Bang li hikumeta demkî kir ku bendên têkildarî naskirina çand û zimanê kurdî bi cih bîne.

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Li bajarê Girkê Legê jî meşek ji aliyê Rêveberiya Dibistanan ve hat lidarxistin.

Meşê ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û li kolanên sereke yên bajar dewam kir. Di meşê de pankartên “Zimanê me hebûna me ye” û “Fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî rewa ye” hatin vekirin.

Meş li sûka navendî sekinî. Li vir mamoste Sîma Îbrahîm axivî û behsa têkoşîna ji bo naskirina zimanê kurdî di destûrê de kir.

Her wiha anî ziman ku ziman ne tenê amûra ragihandinê ye, lê belê xezîneya çand, dîrok û bîrdanka civakî ya gelan e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mamoste û xwendekarên Qamişloyê: Em ê li hember qedexeyên li ser ziman tê bikoşin
Nûçeya Pişt re Mezlûm Ebdî: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KNK’ê li Hewlêrê bi 2 partiyan re hevdîtin kir

Şandeya KNK’ê li Hewlêrê serdana Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan û Partiya Komunîst a Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin

Li Şirnexê hêzên dewleta Tirk di saetên siharê de bi ser malan de girtin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ozgur Ozel: Em ê teslîm nebin

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgure Ozel nerazîbûn nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû da û got, "Eger…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê 51 girtî hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mezlûm Ebdî: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?