Kolbernews ku agahiyên têkildarî kolberan diweşîne, ragihand ku li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê aşût ketiye.
Hate ragihandin ku di bûyerê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan, 2 kolber jî bi giranî birîndar bûn.
Li gorî heman çavkaniyê, kolberên jiyana xwe ji dest dan; Kemal Xizir ê ji bajarê Pîranşarê ye, zewiciye û bavê sê zarokane, kolberê din jî bi navê Xusrew Hemzepûr ê ji gundê Dolegermê ye.
Hêjayî gotinê ye ku di şeş mehên destpêkê yên îsal de, li Rojhilatê Kurdistanê 17 kolberên Kurd di encama êrişên raste rast ên rejîma Îranê û qezayan de jiyana xwe ji dest dan û 20 kolber jî birîndar bûn.

