Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser şaredariyên Êlih, Xelfetî, û Mêrdînê, bi pêşengtiya Yekîtiya Şaredariyên Kantona Efrîn-Şehbayê bi girseyî gel, endamên hemû sazî û desteyên Kantona Efrîn-Şehba li Gundê Kefer Garis a girêdayî Navçeya Ehdas meşiyan.
Meş ji gundê Kefer Garis bi dirûşmeyên ”Bi rêgezên şerê gel ê şoreşgerî em ê hemû tax û şaredariyan bikin qada têkoşînê” û ”Rêya aştî û demokrasî bi desteserkirina wezîfeya serokên şaredariyan nabe”, “Planên we wê têk biçin” û ”Bijî berxwedana Bakurê Kurdustanê” destpê kir. Heta avahiya Yekîtiya Şeredariyên Kantona Efrîn-Şehbayê dewam kir.
Li pêşiya avahiya Yekîtiya Şaredariyên Kantona Efrîn-Şehba piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Yekîtiya Şaredariyên Kantona Efrîn-Şehba Henîf Sîdo û Fatmê Îbrahîm axivîn.
Di axaftinên hatin kirin de, berxwedana li Bakurê Kurditsanê hate silavkirin û êrîş û kiryarên dewleta Tirk ên li ser şaredariyên Êlih, Xelfetî û Mêrdînê hatin şermezarkirin.
Her wiha ev peyam jî hate dayîn, “Em weke şêniyên Rojavayê Kurdistanê her tim li pişt berxwedana li Bakur in û çi ji me were xwestin em ê bikin. Em ê tevahî şaredarî û saziyên xwe bikin qada berxwedan û çalakiyan. Em ê li her cihê piştgirî bidin Şaredariyên Bakurê Kurdistanê.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya ”Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê” bi dawî bû.