Li gorî agahiyan, di qezayê de tankereke sotemeniyê û mînîbuseke rêwiyan li hev ketin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, qeza li nêzî Xaçerêya Panorama ya li taxa Xiwêranê ya bajarê Hesekê qewimî.
Piştî qezayê tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê ji herêmê re hatin şandin.
Li gorî agahiyên destpêkê, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Fikar heye ku bîlanço hîn giran bibe.