Gelek welatî bi dirûşmeya “Azadî û Demokrasî” beşdarî çalakiya ku li Ziyaretgeha Zerwanê hat lidar xistin bûn.
Coşa Newrozê ku piştî demek dirêj hate lidar xistin, bal kişand. Welatiyên ku bi rengên zer, sor û kesk hatin, agirê Newrozê pêxistin û govend gerandin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan, di pîrozbahiyê de axivî û destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejnek e, di heman demê de sembola têkoşîn û berxwedanê ye. Alî Bozan, da zanîn ku gelê Kurd bi berxwedana xwe qedexeyên li ser Newrozê ku bi salan dewam dikir rakirin.
Alî Bozan diyar kir ku gelê Kurd bi bedelên mezin gelek destketî bi dest xistine û şehîdên Bêzarê bi bîr anî. Alî Bozan, her wiha Osman Sebrî û Salih Muslim jî bi bîr anî. Bozan, behsa girîngiya yekîtiya neteweyî kir û bal kişand ser berxwedana li Rojava û got ku dema Kurd yekgirtî bin bi hêztir dibin.
Pîrozbahî bi stranên Mem Sîdar û gerandina govendên gelêrî bi dawî bû.

