Li Şîliyê piştî ku dîktatoriya Pinochet sala 1990’î bi dawî bû, yekemcar ihtimal heye ku rastgiriya tund bibe desthilatdar.
Di anketan de namzeta komunîst Jeannette Jara li pêş xuya bike jî tê payin ku di tûra duyemîn de hilbijêrên rastgir û rastgiriya tund bibin yek û bi vî rengî winda bike. Nûnerekî din ê rastgiriya tund Johannes Kaiser jî dengê xwe zêde dike.
Zêdebûna sûcan yek ji sernavên sereke ye ku atmosfera hilbijartinê diyar dike. Şîlî yek ji welatên herî ewle yên Latîn Emerîkayê jî be rêjeya kuştinê di deh salên dawî de ji asta 2.5 derket asta 6’an; bûyerên revandinê jî li gorî sala 2021’ê ji sedî 76 zêde bû.
Koçberiya ku zêde bûye yek ji xalên sereke yên nîqaşan e. Nifûsa koçberiyê di nava heft salan de bi du qatî zêde bû û bû ji sedî .8.8 ê nifûsa welêt. Beşeke mezin a xelkê Şîliyê zêdebûna rêjeya sûc bi koçberiyê ve girê didin.
Di atmosfereke bi vî rengî de namzet hemû qala gotinên ewlekariyê dikin. Namzeta komunîst Jara soz da ku kontrola koçê zêde bike. Jose Antonio Kast ê rastgiriya tund jî soz da ku koçberan bi rengekî girseyî dersînor bike, li ser sînor dîwar lê bike û artêşê li herêmên krîtîk bixe dewrê.
Ji ber mecbûriyeta dengdanê tê payin ku rêjeya tevlîbûnê zêde be. 15.6 milyon hilbijêr wê li gel serokdewlet her wiha nîvê Senatoyê û Meclîsa Nûneran jî hilbijêrin.

