Li gorî daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hate dayin, gelek qadên li navenda bajêr û navçeyên Silopiya, Qilaban û Elkê ji bo 15 rojan weke ‘herêma ewlekariyê ya taybet’ hatin ragihandin.
Besta, Gabar, Cûdî û Feraşîn jî di nava wan herêman de ne ku hatine qedexekirin. Qedexe wê heta 30’ê Tîrmêh dewam bike.
Herêmên navborî bi salan e her 15 rojan carekê bi kêfî û rêk û pêk li sivîlan têne qedexekirin.