Nobeda Edaletê ya ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Beyoglûyê hatibû destpêkirin di roja sêyemîn de berdewam kir. Di çalakiyê de tîşortên “Qeyûm biciheme” hatin lixwekirin û dirûşmên “Roj wê were dewran bigere AKP wê hesab gel bide” û “Bijî berxwedana Colemêrgê” berz kirin.
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Çîçek Otlu, Kezban Konûkçû û pêkhateyên Ked û Azadiyê tevlî çalakiyê bûn. Di nobetê de platformeke azad jî hat avakirin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Herêma Duyemîn a Stenbolê Gîzem Kûzû ve hat dayîn. Gîzem Kûzû, polîtîkayên dagirkeriyê weke destwerdana li pêvajoya hilweşandin û hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP’ê bi nav kir û got, “Ji ber vê yekê di vê serdemê de divê em li her derê qadên têkoşîna hevpar ava bikin, mezin bikin, xurt bikin û xeta têkoşînê ava bikin. ”
‘EM HÊZA BERXWEDANA SERDEMÊ NE’
Gîzem Kûzû destnîşan kir ku divê xeta îdeolojîk-siyasî ya têkoşîna rêya sêyemîn-qonax-eniyê bi hişmendiya dînamîkên civakî bê xurtkirin û wiha got: “Divê em zanibin ku ji her demê bêhir hêza me ya rêxistinî-civakî heye. Hêza diyarker a serdemê em in; Yek ji qadên sereke yên têkoşînê ye ku wê pêşî li dagirkeriya rejîma faşîst a Kurdistanê û teslîmgirtina gelên Tirkiyeyê bigire.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, nûner jî axivîn û diyar kirin ku ew li ba gelê Kurd in û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî dagirkeriyê.
Çalakiya nobetê ya piştî çepik û dirûşmeyan bi dawî bû, wê sibe saet di navbera 19.00-22.00’an de li Qada Şîşhaneyê dewam bike.