Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî li Sûriye û Dîasporayê şêx Xezal Xezal bang li civaka Elewiyan kiribû ku greva giştî ya 5 rojan bikin û li malên xwe bimînin. Xezal rexne li hikumeta veguhêz kiribû ku ew neheqiyeke mezin û zextê li sivîlan dike.
Li ser banga şêx Xezal Xezal li bajarên Laziqiye, Ceble, Tertûs, Safêta, Dirêkîş, Hema û Misyafê gireva giştî dest pê kir. Xelkê van herêman dikanên xwe venekirin û sûk hema bêje girtî ne.
Ji van herêman peyamên piştgiriya banga şêx Xezal derketin û gotinên wekî “Em hemû bi grevê re ne… girev maf û rûmet e” û “Xwîna Elewiyan ne erzan e” bi awayekî berfireh belav bûn.

