În, 23 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ji cerdevanan hate xwestin ku ji bo pereyan li Rojava li dijî YPG’ê şer bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ewropayê zêdetirî 70 rêxistin ji bo ‘Rojava’ bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê xelatgir Kelman: Cîhan divê rastiyê bibîne, piştgiriyê bide Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê Silêmaniyeyê Ebubekir: Ji bo aştiyê ‘berxwedan’ şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Onder Çakar: Kobanê dîsa di bin dorpêçê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Menzione: Sucê herî giran a serdema modern tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ ji ber şert û mercên hewayê hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê Wan MEBYA-DER’ê Dundar hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê wê sibê bi tevlîbûna 1 milyon kesan çalakî were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Mexmûrê ji bo Rojava her şev li ser piyan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Greva Jinan a Swîsre: Jin bi tenê nînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanên YPJ’ê piştgirî dan dîmenên jinan ên hûnandina keziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan bi keziyên xwe piştgirî dan berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê jin ji bo Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê partiyên siyasî pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji Şengalê bang kirin: Serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • LEZGÎN
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li gundên Kobanê şer dijwar e
Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin
Çeteyan careke din êriş birin ser Girtîgeha Eqtanê
Hêzên QSD’ê li Sirinê bersiv dan çeteyên ku agibestê binpê kirin
Bombe li 3 gundên Kobanê tên barandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Li Swêdê Festîvala Çand û Huner a Kurd hat lidarxistin
Çand û Hûner

Li Swêdê Festîvala Çand û Huner a Kurd hat lidarxistin

Di Festîvala Çand û Huner a Kurd ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Swêdê hat lidar xistin de, peyamên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hatin dayîn û berxwedana gerîla hate silavkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Swêdê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de Festîvala Çand û Huner a Kurd hate lidar xistin. Festîvala ku Meclîsa Jin a Amara, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Navanda Çandê ya Teşî malvaniya wê kir, di şexsê Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Rosîda Mêrdîn û Orhan Bîngol de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir.

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK) Menîce Yigît Yildirim û Mehmet Kaya, behsa êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser ziman û çanda Kurd kirin û berxwedana gerîlayan silav kirin. Di axaftinan de hat diyar kirin ku divê her kes bi awayekî xurtir li dora pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” kom bibin.

‘HEWL DIDIN HEMÛ DESTKETIYÊN ME JI HOLÊ RAKIN’

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad jî ev tişt gotin:

“Axa Kurdistanê rastî êrîşeke mezin a leşkeran tê. Dijmin ji kaosa li Rojhilata Navîn û cîhanê sûd digire û weke firsenek hewl dide hemû destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Li dijî vê yekê di serî de partiyên siyasî, piştre gelê me û hemû saziyên me xwedî erk û berpirsyar in.

Dewletên dagirker, çi Tirkiye, çi Îran, çi Sûriye û heta Iraq jî, li hember rastiya gelê Kurd a gihaye vê merheleyê, ku bi ser ketiye û bûye xwedî statû, tehmûl nakin. Tevî ku di navbera wan de nakokiyên siyasî, olî û hwd. hene jî, Îran û Sûriye dema mijar dibe gelê Kurd dikarin bi dewleta Tirk re jî li hevkirin pêk bînin. Ev dewlet ji bo tinekirina gelê Kurd di nava tifaqê de ne. Ji ber vê yekê ev qonax ji bo gelê me qonaxa çarenûsê ye. Daxwaza me ji partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelê me ew e ku van rastiyan bibînin û helwesta xwe li gorî wê nîşan bidin. Em diyar dikin ku em dagirkeriya li ser Kurdistanê û qetilkirina zarokên xwe qebûl nakin.”

‘GELÊ KURD LI GEL RÊBERÊ XWE YE’

Di peyama ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hat şandin de ev bang hat kirin, “Em bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên ku dê di sala duyemîn a şoreşa Jin jiyan Azadî de werin lidarxistin bibin.” Di peyamê de hat gotin, “Gelê Kurd bi dengek bilind ji tevahiya cîhanê re dibêje ku, ew li gel Rêberê xwe ye û jiyanek azad bêyî Rêbertî ne pêkan e.”

Partiya Çep a Swêdê û partiya Asûrî-Suryanî Bet-Nahrîn jî, ji festîvalê re peyam şandin û bal kişandin ser têkoşîna hevpar.

Di festîvalê de bi pêşandanên şanoyên Koma Yarsan, Koma Çarnewa, Ayfer Duzdaş, Şerîf Omerî, Helîm Omerî, Nahîd Hewramî û Rizgar Hewramî kêliyên bi coş hatin jiyîn. Gelê Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî festîvalê bûn û bi gerandina govendê, bi berzkirina dirûşme û tilîliyan qada festîvalê coşandin.

Tevî ku hewaya li Swêdê sar û baran bû jî festîval bi coşek mezin pêk hat.

Di festîvalê de her wiha Enstîtûya Kurd, Jineolojî, PENA Kurd stand vekirin û pirtûkên xwe dan nasandin.

Tevî koma Zarok Ma’yê ya ku ji bo zarokan hatibû vexwendin, ji bo zarokan cih hate çêkirin û zarokan hînê çanda Kurdî û stranên Kurdî kirin. Koma Zarok Ma her wiha di 31’ê Tebaxê de li Gamla Stan a navenda bajarê Stockholmê komxebatek pêk anî.

Festîvala ku heta derengiyê dewam kir, bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STOCKHOLM

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mizgîn Çolaq: Bernameya 2’yemîn Festîvala Şehîd Berçem gelek dewlemend e
Nûçeya Pişt re Li Nîjeryayê ji ber baranên zêde 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Umît: Eger dewlet veneguhere, nepêkane ku biryar bikevin meriyetê

Hêlîn Umît destnîşan kir ku eger di nava dewletê de veguherînek nebe, nepêkan e ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêwirmendê Eşîra Êla El Cibûr: Ereb û Kurd di heman keşetiyê de ne

Şêwirmendê Êla El Cibûr a Erebî diyar kir ku Kurd û Ereb di yek keşetiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Evîndar Ararat: Dewleta Tirk bi rengekî cidî û samîmî nêzî pêvajoyê nabe

Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat anî ziman ku dewleta Tirk bi rengekî cidî û ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Wezîra Karûbarên Derve ya Swêdê: Tundiya ku sivîlan dikin hedef nayê qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?