Di lêkolînan de tê diyarkirin ku %5’ê nifûsê ji vê tevliheviya patolojîk ku wekî “nexweşiya kirînê” jî tê zanîn, bandor girtine. Li gor pisporan, ev girêdan dikare bibe sedema deynan, nakokiyên di nav malbatê de û pirsgirêkên psîkolojîk ên cidî.
Pisporê Klînîkên Psîkiyatrî yên Zanîngeha Basilea Renanto Poespodihardjo diyar kir ku girêdayîbûna kirînê bi fermî wekî nexweşî nayê qebûlkirin û ji ber ku di civakê de bi gelemperî wekî çalakiyek “erênî” tê dîtin. Lê girêdayîna kirînê bi gelemperî ji bo tepisandina hestên neyînî tê nîşandan û ev jî li ser derûniya mirovan rewşek ne baş derdixe holê.
Pispor balê dikişînin ser wê yekê û dibêjin ku derfetên alîkariyê yên ji bo têkoşîna bi vê girêdayîbûnê re hene û dikare jiyana xwe biguherîne.