Şemî, 7 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê siyasî Emîn Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar li Mereşê hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Ji bo serketina pêvajoyê gavên şênber mecbûrî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşkêşvanê Çira TV û kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê bi Tom Barrack re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Bila YOK bê rakirin, zanîngeh bêne azadkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Di meha Cotmehê de zextên li hemberî rojnamevanên jin dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Sydneyê Komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin
Rojane

Li Sydneyê Komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin

Bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li navenda bajarê Sydneyê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan çalakiyek girseyî hat lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Senatorên Keskan David Shoebridge û Lee Rhiannon û edîtorê rojnameya Greenleft Peter Boyle beşdarî çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sydneyê (DKTM) ve bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” hat lidarxistin.

Li ser navê rêveberiya DKTM’ê Tîmur Tatvan û Brûsk Ayverî di axaftinên xwe de diyar kirin ku yekane rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kirin ku heta azadiya fizîkî ya Apo pêk bê ew ê di nava çalakiyan de bin.”

Senatorê Partiya Keskan David Shoebridge di çalakiyê de axivî û bal kişand ser şert û mercên nebaş ên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Birêz Ocalan girtiyê siyasî yê herî dirêj ê cîhanê ye. Em bang li hikûmeta xwe ya Awûstralya, DYA û Îngiltereyê dikin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan zextê li Tirkiyeyê bikin Ger Abdullah Ocalan azad bibe li gel ku gelê Kurd çarenûsa xwe diyar bikin, wê rêyek siyasî ya bihêz ji bo bidawîkirina parçebûnê û avakirina aştiyeke mayînde vebe.” 
Shoebridge amaje bi wê yekê kir ku dewleta Tirk dema ku bala cîhanê li ser Xeze û Ûkraynayê bû li Rojava li dijî gelê Kurd êrîşeke dijwar pêk tîne û got, “Di encama qirkirinên siyasî û bombekirina sivîlan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk bi van êrîşên hovane sûcên li dijî mirovahiyê didomîne.”

 

Senatorê berê yê Partiya Keskan Lee Rhiannon jî got, “Daxwaza azadkirina hemû girtiyên siyasî yên Kurd bi taybetî jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pêvajoya aştiyê bide destpêkirin.” 

Rhiannon da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd 25 sal in di nava şert û mercên gelekî giran de li girtîgeha girava Tirk tê girtin û got, “Em îro ji bo azadiya Ocalan li vir in. Niha dem hatiye ku cîhan dengê xwe bide bihîstin. Em dizanin ku pir kes bi keda birêz Ocalan a pêbawer dizanin, me tevan jî dirûşma birêz Öcalan ya bi nav û deng “Jin Jiyan Azadî” bihîstiye. Ev dirûşma birêz Ocalan li hemû cîhanê deng veda, bi taybetî jî bi serhildana gelên Îranê de debg veda. Birêz Ocalan ku 25 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin, bi navê Nelson Mandela yê gelê Kurd jî tê naskirin. Pir girîng e ku ew di zûtirîn dem de were berdan. Di demeke ku cîhan di rewşeke pir metirsîdar de ye, azadiya Abdullah Ocalan wê kedeke mezin bide aştiya Rojhilata Navîn. Di vê wateyê de azadiya Birêz Ocalan daxwaza lezgîn a tevgera cîhanî ye.”

Edîtorê Rojnameya Greenleft Peter Boyle di çalakiyê de axivî û got, “Dema 25 sal berê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kenyayê dîl hate girtin, li dijî hiqûqa navneteweyî, komployeke navneteweyî ya revandina wî pêk hat. Di revandina wî de servîsên veşartî yên gelek welatan, welatên rojavayî, endamên gendelî yên polîsên Kenyayê û helbet Tirkiye jî hevkarî kirin. Çima em komployek bi bîr tînin? Ji ber ku îro jî derbasdar e. Bi awayekî ku heman komplo berdewam dike û ji ber vê yekê divê hikûmeta Awûstralyayê bi piştgiriyê bide banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê nîşan bide ku ne li kêleka hêzên hov û komplogeran e. Em ji Abdullah Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re jî statu dixwazin.”

Li standa ku li qada çalakiyê hat vekirin, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nasandin, qertên ku ji wî re bên şandin hatin îmzekirin û belavok hatin belavkirin. Kurdistaniyan bi dirûşmeyên “Ji Ocalan re Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” çalakî bi dawî kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SYDNEY

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komploya 15’ê Sibatê li Stockholm û Vasterasê hate şermezarkirin
Nûçeya Pişt re ‘Abdullah Ocalan nûnerê çar parçeyên Kurdistanê ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xwezaya Başûrê Kurdistanê tê qirkirin

Artêşa Tirk a ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne,…

Ji aliyê Stêrk TV

Salih Muslim: Peyman li gorî nameya Rêber Apo ye

Salih Muslim, ji bo metna ji aliyê Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şaraa ve hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Xwendekar: Bila Kurdî di destûra bingehîn de bi fermî bê naskirin

Xwendekarên li Dêrikê ji hikumeta demkî xwestin ku biryara xwe ya têkildarî perwerdeya bi Kurdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Girtiyê siyasî Emîn Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çîgdem Kiliçgun Uçar li Mereşê hevdîtin kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Halîde Turkoglû: Ji bo serketina pêvajoyê gavên şênber mecbûrî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pêşkêşvanê Çira TV û kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?