Şemî, 22 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Erxewan Felahî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş Aktaş, Maral û Yanik banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Mehmet Gunkan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    3 meh cezayê hepsê li aktîvîsta Kurd Minîje Hoşnud hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kendava Hurmuzê ji bo derbasbûna tankerên petrolê yên Iraqê destûr hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Necmedîn Sînan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan banga hevrûbûn û edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziye di roja duyemîn de ye: Bi hezaran kes şehîdan bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welatiyên beşdarî sersaxiyên gerîlayan bûn: Bila êdî xwîn nerije, em aştiyê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dest bi vekirina gorên komî   yên li Şengalê tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayan şahiya 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya şehîdên têkoşîna azadiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Abdullah Ocalan nûnerê çar parçeyên Kurdistanê ye’
Rojane

‘Abdullah Ocalan nûnerê çar parçeyên Kurdistanê ye’

Di meşa  ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Koln ê Elmanyayê hat lidarxistin, peyam hat dayîn ku Abdullah Ocalan nûnerê çar parçeyên Kurdistanê ye û vîna gelê Kurd wê tecrîdê bişkîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs mîtînga Kolnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi beşdariya bi sed hezaran kesî pêk hat, weke gaveke dîrokî nirxand û got: “Tecrîda mutleq li ser Rêber Ocalan heye. Em hêvî dikin ku ev ê vê tecrîdê bişkîne. Hevalên hêja, ev ne pirsgirêka yek kesî ye. Ocalan nûnerê 4 parçeyên Kurdistanê ye. Divê li ser vê bingehê mirov nêzîkî vê bûyerê bibe.”
Meş û mîtînga ku bi sed hezaran kes ji bo şermezarkirina 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, bi axaftinan bi dawî bû. Kurdistanî û dostên wan ên ku qada mîtîngê tije kirin careke din dan xuyakirin ku ew di têkoşîna şikandina tecrîda ya li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî de bi biryar in. Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş ê ku di mîtîngê de axivî, diyar kir ku 25 sal in li girava Îmraliyê tecrîdeke bêhempa didome û got, “3 sal in tu agahî ji Birêz Ocalan nayên. 13 sal in destûr nadin ku parêzerên xwe û 4 sal jî malbata xwe bibîne. Li ser rûyê erdê tu welatekî ku tecrîdeke bi vî rengî ya giran lê tê ferzkirin nîne. Ne Guantanamo û ne jî girtîgeha ku Nelson Mandela lê hat ragirtin bi qasî Îmraliyê şert û mercên giran ên tecrîdê ne.”
DIVÊ EWROPA LI DIJÎ VÊ BÊHIQÛQIYA BÊDENG NEBE
Guneş der barê rewşa hiqûqî ya neteweyî û navneteweyî ya Abdullah Ocalan de agahî da û destnîşan kir ku saziyên hiqûqî yên navxweyî û navneteweyî biryarên xwe bi cih naynin. Guneş, bal kişand ser biryara AÎHM’ê ya di sala 2004’an de ji bo ji nû ve darizandina Abdullah Ocalan girtiye, diyar kir ku ev rewş ji aliyê hiqûqî ve nayê nirxandin û tenê bi awayekî siyasî tê nirxandin. Guneş, bang li saziyên pêwendîdar ên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û baroyên li Ewropayê jî kir û got, “Bêdengiya we ya li hemberî van bêhiqûqiyan wê heta kengê bidome? Hûn ê bi vî awayî çawa edalet û hiqûqê biparêzin? Guneş, da zanîn ku dewleta Tirk berê bi darvekirina pêşengên Kurdan daxwazên neteweyî yên Kurdan tune kiriye û got, divê civaka Kurd piştgiriyê bide Rêberê xqwe Rêber Apo û têkoşîna civakî ya ku tê meşandin wê wan azad bike.”

ABDULLAH OCALAN NÛNERÊ 4 PARÇEYÊN KURDISTANÊ YE
Piştî Guneş nûnerên partiyên tifaqa Kurdistanî û saziyên Kurdistanî yên ku partiyên Rojava, Başûr, Îranî û Tirkî jî di nav de hebûn derketin ser dikê û silav dan. Li ser navê tifaqa Kurdistanî Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûş axivî. Karamûş got, “Li ser navê Kurdistaniyên welatparêz û birûmet, KNK’ê û hemû rêxistin û kesayetên partiyê em vê mîtînga bi heybet a li dijî vê tecrîdê silav dikin. Em ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re silavên xwe dişînin. Gelek welatên Ewropayê jî piştgiriya dewleta Tirk dikin. Ev 35 meh in tecrîda mutleq heye. Lêbelê, we li vir îradeyek mezin nîşan da. Em hêvî dikin ku ev ê vê tecrîdê bişkîne. Hevalên hêja, ev ne pirsgirêka yek kesî ye. Ocalan nûnerê 4 parçeyên Kurdistanê ye. Divê li ser vî esasî mirov  nêzî mijarê bibe. Ev gel bi salan e li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê serî netewandiye dê netewîne. Gelê Kurd êdî dixwaze xwe bi rê ve bibe. Ev daxwazeke zelal a çar parçeyên Kurdistanê ye.”
JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ ELMANYA Û YE’YÊ ZEXTÊ TIRKIYEYÊ BIKIN’
Karamus li ser navê tifaqa Kurdistanî xîtabî hikûmeta Elmanya û Yekîtiya Ewropayê kir û got, “Ez jî dixwazim peyamekê bidim hikûmeta Elmanyayê. Dest ji piştgiriya dewleta Tirk a dagirker berdin. Hemû dewletên ku piştgiriya dewleta Tirk dikin hevparê vî sûcî ne. Lewma banga me ji Almanya û welatên Yekîtiya Ewropayê re ew e ku li cem Kurdan bin. Ji bo çareseriyê divê Elmanya û Yekîtiya Ewropa zextê li dewleta Tirk bikin. Divê êdî piştgiriyê nedin rejîma dagirker, faşîst a AKP-MHP’ê. Ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd azadiya Birêz Ocalan ev yek pêwîst e. Ji ber ku ew nûnerê vî gelî ye.”
Di mîtîngê de li ser navê TJK-E’yê Ayten Kaplan axaftinek kir. Kaplan diyar kir ku armanca komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdengkirina gelê Kurd û tunekirina daxwazên azadiyê ye, lê gelê Kurd li qadan îradeyeke mezin nîşan daye û 25 sal in li cem Rêber Apo ye. 
Endama Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê Manuella Demîr û li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk Çîgdem Devran axaftin kirin.
Tevgera Ciwanan û ciwanên enternasyonalîst ên beşdarî çalakiya meşa dirêj bûn jî derketin ser dikê û daxuyanî dan.

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Sydneyê Komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin
Nûçeya Pişt re KCK’ê Meşa Mezin a Kolnê pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Abbas Arakçî li Bexdayê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî li Bexdayê ye. Arakçî wê di nava rojê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tirbespiyê dewleta Tirk a dagirker hat protestokirin

Li Tirbespiyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta Barzaniyan bi meşeke hat protestokirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Bayindir: Êdî dema avakirina meclîsên ziman li her derê ye

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir ê di şahiya li Edeneyê de axivî, got: Êdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Erxewan Felahî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo girtiyên nexweş Aktaş, Maral û Yanik banga berdanê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aqûbeta Mehmet Gunkan hate pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

3 meh cezayê hepsê li aktîvîsta Kurd Minîje Hoşnud hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?