Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî kuştina çeteyekî DAIŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî da.
Fermandariyê da zanîn ku duh dema dewriyeyeke hêzên wan li bajarê Til Hemîsê digeriya, endamekî şaneyên DAIŞ’ê ku li motosîkletekê siwar bûbû, gule li dewriyeyê reşandin. Fermandariyê diyar kir hêzên wan di cih de bersiv daye û çete hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniyê ev çek û alavên bi çete re hatine desteserkirin: 4 bombeyên destan, alavên alîkariya destpêkê, çekeke Kalaşnîkov, demançeyek 9 mm, rextek tevî 4 cercûran, kelemçeyek, madeyên hişbir û 10 hezar û 900 dolar.
Her wiha hate diyarkirin ku çeteyekî DAIŞê gule li rêbenda ‘Reşo’ ya Til Birakê ya kantona Cizîrê barandine lê ku ziyan çênebûye. Piştî ku hêzên wan bersiv daye, çete reviyaye. Fermandariyê di dawiyde da zanîn ku hêzên wan herêmê bi tevahî kontrol dikin.