Çeteyên artêşa Tirk a dagirker saet 16:00ˋan vê êvarê êrîşî nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê kirin. Şervanên meclisê bersiva êrîşên wan da û êrîş têk birin. Her wiha şervanan bi droneke xwekuj li kombûna çeteyan da.
Li gorî agahiyan 2 jê giran 4 çete birîndar bûn.
Piştî şervanan êrîşên çeteyan têk bir, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran derdora gundewarên Til Temirê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kirin.