Li Torontoyê li ber avahiya Parlamentoya Ontarioyê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” çalakiya rûniştinê ya 3 rojan hat lidarxistin. Çalakî bala gelek burokrat û ziyaretvanên meclisê kişand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk a faşîst ji bo bidestxistina mafên rewa yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tawîzan ji Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê dixwaze. Di vê xalê de em dibînin ku dewleta Tirk a faşîst mafên mirovan ên bingehîn weke amûra şantajê bi kar tîne. Em gelê Kurd û rêhevalên Rêber Apo vê rewşê qebûl nakin û bi tundî red dikin. Em qebûl nakin ku mafên rewa yên Rêberê me weke amûreke danûstandinê bên bikaranîn.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê ji bo balê bikşîne ser tecrîdê, dosyaya derbarê tecrîdê dane Parlamenter Tom Rakocevîç.
Civaka Kurd û şêniyên Torontoyê eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan.